Şervanê YPG'ê Olivier le Chlainche yê Fransayî, gerîlayên HPG'ê yên Nîsana 2018'an li Cûdî şehîd bûyî, şervanên QSD'ê yên li Dêra Zorê şehîd bûyî û gerîlayên HPG´ê yên Îlona 2018´an li Şirnexê şehîd bûyî li Carhaix, Salzgitter û Darmstadtê hatin bibîranîn.

Şervanê YPG'ê yê Fransayî Olivier le Clainche (Kendal Breizh) ê ji Brotonyayê, 10'ê Sibata 2018'an di Berxwedana Serdemê ya dijî dagirkeriya dewleta Tirk de li Efrînê şehîd bûbû, li bajarê Fransayê Carhaix hate bibîranîn. Hevrêyên wî bibîranîn organîze kir, heval, malbata Breizh û Kurdistaniyên li bajarên Nantes û Lorientê beşdar bûn.

Ji hevrêyên Breizh, Guillaume Bricaud, Ewen Salomon û Geal Robin li civînê axivîn û diyar kirin ku ew ê heta dawiyê xwedî li bibîranîna wî derkevin. Nivîskarê Pirtûka "Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de vegotina Rojava" Raphael Lebrujah jî got, şoreşa Rojava têkoşîneke ji bo mirovahiyê ye. Piştî civîna bibîranînê beşdar li bajarê Carhaixê meşiyan.

Salzgitterê pakrewanên xwe bi bîr anîn

Gerîlayên HPG'ê Bêrîvan Amed (Zehra Şukru), Rengîn Rojava (Rengîn Mûhammed Zedî), Rûgeş Gabar (Jale Pîrnejat), Viyan Zîlan (Tûgba  Yildiz) ên Nîsana 2018'an li Cûdî şehîd bûn û şervanên QSD'ê Yûsif Kurdî (Lûayî Kirê); Rênas Elî (Rênas Hesekê) yên li Dêra Zorê şehîd bûn, li bajarê Elmanyayê Salzgitterê hatin bibîranîn.

Meclîsa Jinê ya Şehîd Berçem Cîlo û Komuna Jinê ya Zozan Cûdî bibîranîn organîze kir.

Li Darmstadtê bîranîna şehîdan

Gerîlayê HPG'ê Mûrat Ozdemîr (Avareş Erdal) ê ji Elmanyayê tevlî nava refên gerîla bûyî û Îsmet Er (Dijwar Agir) ê ji Swîsreyê tevlî nava refan bû, ku 10'ê Îlona 2018'an li Şirnexê di şerê dijî dewleta Tirk de şehîd bûn, li bajarê Elmanyayê Darmstadtê hatin bibîranîn. Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) bibîranîn organîze kir, qederê 100 kesî li hola Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Darmstadtê beşdar bûn.

Bi navê KOMAW’ê, Şengê Kahraman got, şervanên azadiyê ji bo armanceke pîroz şehîd dibin.

Kekê Mûrat Ozdemîr Nadîr Ozdemîr malavahiya haziran kir û got, "Heger em hêviya xwe ji dest bidin, her tişt wê ji dest biçe. Kekê Avareş Erdal jî sala 1994'an li herêma Gabarê şehîd bû, wî jî têkoşîna kekê xwe dewam kir. Em serbilind in ji ber ku em malbata şehîdan in. Em ê têkoşîna wan bidomînin."

Bavê Îsmet Er, Necmettîn Er jî malavahiya beşdaran kir û got, "Kurê min ê şehîd ne tenê şehîdê min e. Kurê min şehîdê gelê xwe ye. Ji bo azadiyê divê mirov berdêlan bidin. Heta azadiyê em ê vê bikin." 

 

 NAVENDA NÛÇEYAN