Navenda Çanda Bêrîvan a ji aliyê şaredariya Rêya Hevrîşm (Îpekyolu) a DBP’ê ve hatibû çêkirin, ji bo bi sedan zarokî mekanê perwerdeya zimanê dayikê bû. Ew hola xebatên çand û huner jî bû. Navend ji aliyê qeyûmê dagirker ve hat guhertin û êdî zarok naçin navendê. Ji zarokan Viyanê ji bo vê rewşê got, “Ew der wek mala min bû. Ez ê destûrê nedim hilweşandina mala xwe.”

Şaredariya Îpekyolu ya Wanê ya DBP’yî  sala 2015’an ji bo zarokan Navenda Çanda Bêrîvan ava kir. Navend li herêma TOKÎ ya Sixkê hat vekirin, tê de di 6 beşên weke muzîk, şano, govendên gelêrî, seramîk û zimanê Kurdî de perwerde dihat dayin. Bi pirranî zarokên temenê wan di navbera 11-12 salan de beşdarî qursan dibûn. Qederê150 xwendekarên dewama xwe dikir, hebûn. Li ser daxwaza malbatan bi demê re hejmara xwendekaran zêde bû. Perwerde bi pirranî bi Kurdî dihatin dayin. Ligel huner, dersên wêjeyê jî dihatin dayîn.

 Bi dagirkeriya qeyûm re navend nema

Li taxa Sixkê, bi giştî malbatên ku ji gundan koçber bûne, bi cih bûne. Ji ber vê, vekirina navendê ya li vir, xwedî wateyeke cuda ye. Bi vê navendê hat hedefkirin ku zarokan bi huner re bînin cem hev û huner bi pêş bixin. Lê bi hatina qeyûm re Navenda Çanda Bêrîvan jî wek saziyên din hat pasîfkirin. Piştî ku mamoste ji kar hatin derxistin, malbatan zarokên xwe neşandin navendê. Piştî dagirkeriya qeyûm, naveroka bernameyên navendê jî hat guhertin.

Mala min bû

Xwendekara Navenda Çanda Bêrîvan, Viyanê diyar kir ku beriya dagirkeriya qeyûm, ew diçû navendê û ji ber ku dersên wan bi Kurdî bûn ew gelekî kêfxweş bûne û wiha peyivî: “Ez ji derveyî dibistanê li her derê bi Kurdî diaxivim. Li wir hevalên min çêbûn. Ez hînî parvekirinê bûm. Ji ber ku navenda me ji destê me girtin, em pirr xemgîn in. Lê em ê wir ji qeyûman bistînin. Ew der wek mala min bû.”

Dilê me rehet bû

Emîne Bozkurt a ku du xwişkên wê diçûn navendê, got, dema xwişkên wê diçûn navendê, wan di dersên xwe de xwe gelekî bi pêş xistibû û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “ew êdî bi xwe bawer bûbûn. Me bi rehetî zarok dişandin. Lê êdî em naşînin. Zarok bi zimanê xwe perwerde dibûn. Lê piştre ev xebat hatin rakirin û me jî zarok neşandin.”

 

JINNEWS / WAN