JXK’ê bi şîara ‘Bi felsefeya Rêber Apo desthilatdariya mêran bikuje û feraseta jina azad ava bike’ li Ewrûpayê konferansa xwe ya yekemîn li dar xist.
Ji gelek bajar û welatên Ewrûpayê, gelek rêxistinên jinan tevlî konferansê bûn.
Konferansê bi rêzgirtinê dest pê kir û qala girîngiya grevên birçîbûnê hate kirin.
Di konferansê de li ser navê TJK-E’yê Dilda Roj got, “Em bi şîara tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin li vê derê ne. Rêya azadbûnê rêxistinbûn e. Leyla Guven di tariyê de ronahiyek vêxist û peywirek wergirt. Em ê jî xwedî li vê berxwedanê derkevin.”
Em ê pergala mêrparêz bişikînin
Li ser navê Jinên Ciwan ên Azad, Sîdar Faraşîn jî got, “Di şexsê Rêbertiyê de mirovayetî di bin tecrîdê de ye. Em bawer dikin ku em ê pergala mêrparêz bişkînin.”
Di konferansê de sînevîzyon hate nîşandan. Piştî rûniştina yekemîn ji bo Leyla Guven nameyek hat nivîsandin û ew name wê bi hastagên #JXKconference û #WomenwithLeyla li ser facebook, instagram û facebookê hat parvekirin.
YPJ’ê peyam şand
YPJ’ê jî peyamek şand ji konferansê re. Di peyama YPJ’ê de hat gotin, “Di vê sedsalê de YPJ’ê dîrokeke nû nivîsand. Bi felsefeya Rêber Apo, DAIŞ hate têkbirin. Ti sedsal wekî vê sedsalê bi pêşengiya jinan bi pêş neketiiye.
Em bawer dikin ku em ê tecrîdê bişkînin, Rêbertiyê azad bikin û Kurdistanê ava bikin.”
Bernameya konferansê gava ku me nûçe amade dikir, bi gotarên mêvanan ji Katalanya û Londonê dewam dikir.
ANF / KOLN