Piştî rizgarkirina navenda Kobanê operasyona duyemîn ji bo rizgarkirina gundan hat destpêkirin û di encama operasyonan de gelek gund hatin azadkirin. Di çarçoveya pêngava duyemîn a azadkirina Kantona Kobanê de, gundên derdorê gav bi gav ji çeteyan tên paqijkirin. Şervanên YPG/YPJ'ê yên li eniyên rojhilat, başûr û rojava yên Kobanê bi kîlometreyan bi pêş ve çûne, li hemû gundên azad kirine, yekîneyên parastinê ava kirin. Li gundê Xêrbîsan ê 30 kîlometre li rojhilatê Kobanê ye û hatiye azadkirin, şervanên YPG/YPJ'ê dan xuyakirin ku ew ê di demeke kurt de tevahiya xaka Kobanê ji çeteyan paqij bikin.
'Bi lez em pêş de diçin'
Li gundê Xêrbîstanê yê 30 km dûrî navenda bajêr ê ji çeteyên DAIŞ'ê azadkirî, ewil yên me pêşwazî dikin şervanên YPG'ê ne, ew jî govendê digerînin. Li gelek deverên gund şervanan agir hilkiribû. Li ser gelek dîwarên gund nivîsên çeteyan hene û di nava gelek xaniyan de jî şopên talana çeteyan derdikevin pêş. Di dema operasyona azadkirina gund de, gelek wesayîtên ji çeteyan hatin desteserkirin jî, êdî di bin xizmeta şervanên rûmetê de ne. Şervana YPJ'ê Gulbihar Laleş der barê operasyona rizgarkirinê de bersiv da pirsên me û got, DAIŞ di şexsê Kobanê de Kurd hemû ji xwe re kir hedef û wiha peyivî: "Lê me ev êrîş şikandin. Ev zêdeyî 5 meh in li Kobanê şer heye û me bi berxwedaneke mezin navenda bajarê Kobanê azad kirin. Li dû serketina Kobanê me dest bi pêngavê kir û bi lez em bi pêş ve diçin."
'Em ê çar parçeyên Kurdistanê azad bikin'
Laleş anî ziman ku li her qada azad kirine ew li talana DAIŞ'ê rast hatine û wiha axivî: "Li dijî van talankeran pêngava me wê dewam bike. Di demeke kurt de em ê Kobanê bi temamî azad bikin." Laleş diyar kir ku ew li Kobanê nirxên mirovahiyê diparêzin û got, "Armanca me ne bi tenê Kobanê ye. Em ê çar parçeyên Kurdistanê ji dagirkeran azad bikin." Kejvan Zerdeşt ê YPG'yî jî ku ji destpêka berxwedana Kobanê ve di mewziyê de cih digire got, çete nikarin xwe li pêşberî berxwedana wan bigirin. Zerdeşt ragihand ku li her gundê wan azad kiriye, yekîneyên parastinê bi cih kirin û got, "Operasyonên me wê dewam bikin û Kobanê wê bi temamî azad bibe."
KADRÎ OZKAN/ROJDA KORKMAZ/DÎHA/KOBANÊ