Cîgirê Fermendariya Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ebû El-Erac destnîşan kir ku Tirkiyê bi gefên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, destketiyên gelê herêmê dike hedef û got, “Şêniyên Minbicê di berxwedanê de bi israr in.”

Ehmed El-Sultan ê ku bi navê Ebû El-Erac tê naskirin destnîşan kir ku dewleta Tirk, çeteyên xwe amade dike da ku êrişî Minbicê bike û teqez kir ku ew amade ne bi hemû derfetên xwe li hemberî wan çeteyan bisekinin.

Pişta Erdogan teknolojî ye

Ebû El-Erac li ser gefên Erdogan got, “Ev daxuyaniyên Erdogan isbat dike ku li gel Tirkiyeyê ew hêza êrişker tine ye tenê pişta xwe daye teknolojiyê.”

Ebû El-Erac teqez kir ku ew wek Artêşa Şoreşgeran di bin ala QSD’ê de li eniyên şer li dijî çeteyên DAIŞ‘ê cihê xwe digirin û diyar kir ku beşeke mezin ji hêzên wan tev lî Qonaxa Şerê Tinekirina Terorê bûne. Ebû El-Erac got, beşa din a hêzên wan jî li gel Meclisa Leşkerî ya Minbicê ye û di nuqteyên pêş de wek tedbîr li hemberî êrişên muhtemel ên Tirkiyeyê cih girtine.

Ebû El-Erac bal kişand ser wê yekê ku artêşa Tirk a dagirker çeteyên xwe ji herêmên Idlib, Bab, Ezaz û Efînê kom dike û tîne gundên ser sînorên Minbicê da ku êriş bike.

Amadekarî hatine kirin

Ebû El-Erac got, wan jî amadekariyên xwe kirine û ew ê bersiva êrişa çeteyan bidin. Li ser rewşa şêniyên bajêrê Minbicê Ebû El-Erac wiha peyivî: “Şêniyên herêmê bi hêzên Artêşa Şoreşgeran û Meclisa Leşkerî ya Minbicê wek hêzeke parastvan bawer in. Çawa me bajar ji DAIŞ’ê rizgar kir, em ê wan biparêzin. Şêniyên Minbicê di berxwedanê de li rex Meclisa Leşkerî ya Minbicê û parastina bajarê xwe bi israr in.”

 

ANHA / TEBQA