Li Mexmûr û Şengalê çalakiyên greva biçîbûnê didomin. Çalakvan dibêjin, “Heta tecrîd bişke, em ê li ber xwe bidin.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ya li dijî tecrîdê, di roja 38’an de ye. Li Mexmûrê doh koma 13’an çalakî dewr girt.
Çalakvana greva birçîbûnê Evîn Tayboga got, “Ji bo şikandina tecrîdê gelê Kurd û dostên wî divê dakevin meydanan û li her warî berxwedanê xurt bikin. Çalakiyên li Mexmûrê jî wê heta ku tecrîd bê şikandin, bidomin.”
Li Şengalê jî çalakiya greva birçîbûnê ya li navçeya Xanesorê, kete roja 17’an. Doh Yekîtiya Ciwanên Êzîdî (YCÊ) û Yekîtiya Ciwanên Jin ên Êzîdî (YCJÊ) çalakî dewr girt. Çalakî her mezin û berfireh dibe. Gelek kes û kesayetî, û nûnerên saziyan beşdarî çalakiyê dibin.
MEXMÛR/ŞENGAL