Tevgera Azadî: “Bila ew bên derî li ser me bigirin û ew navend ji bo me bibe zîndan. Em navenda xwe radestî wan nakîn. Eger bi zorê ev yek kirin jî, em ê serî li xwepêşandan û nerazîbûnên demokratîk bidin.”

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qûbad Talabanî beriya bi çend rojan gotibû, her partî û rêxistina siyasî ya ku ji Wezareta Navxweyî destûr wernegirtibe, ofîsên wê, dê bên girtin. Li ser vê yekê, doh Hêzên Asayîşa Silêmaniyê bi hinceta “Li Herêma Kurdistanê fermiyeta wê nîn e” navenda Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê dorpêç kir. Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir derheqa meselê de daxuyanî da çapemeniyê. Şîlan Şakir got, wan piştî kongreya xwe ya 2014’an hemû belgeyên pêwîst pêşkêşî wan kiriye, lê heya niha ti bersiveke nivîskî ne ji bo pejirandin ne jî ji bo nepejirandinê li wan venegeriyaye.

Roja yekşemê cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Qûbad Talabanî bi daxuyeniyekê ragihand, wan biryar daye ku her partî û rêxistineke ku ji Wezara Karên Navxweyî ya Herêma Kurdistanê destûr negirtibe, ofîsa wan bê girtin. Piştî vê daxuyaniyê Tevgera Azadî derheqa biryarê de li baregeha xwe ya bajarê Silêmaniyê pêr daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir got, “Piştî vê biryarê, îro beşê asayîşa Rizgarî ya bajarê Silêmaniyê serdana baregeha me kir. Asayîşê daxwaza belgeyên destûrê ji me kir, me ji bo wan got, me destûra herêmê nîne. Lê me destûra Iraqê heye.”

Ti bersiv nedane

Şîlan Şakir got, wana piştî kongereya damezrandinê ya sala 2014’an hemu belgeyên ji bo destûra hizba xwe pêşkêşî Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê kiriye, lê heta niha ti bersiv nedane wan. Şîlan Şakir wiha pê de çû: “Piştî yasaya partiyên siyasî di Parlamentoya Iraqê de hat derxistin, me serdana aliyên peywendîdar kir. Piştî kar û barên yasayî, û lidarxistina kongreya fermî, roja 19’ê Çileya 2018’an bi amadebûna nûnerên komîsyona hilbijartinê, bi hejmara 139 tevgera me bi fermî weke aliyekî siyasî hat pejirandin. Li gorî yasayên ku ji bo me heyî, em dikarin li tevahiya Iraqê û Herêma Kurdistanê kar bikin. Ji kongreyê heta niha, di nava van çar salan de, ne wek tevger ne jî endamekî tevgerê, ti çalakiyeke berevajiyê yasayan nekiriye û nakin. Me hemû kar û çalakiyên xwe di çarçoveya yasayan de kiriye û xebata demokratîk û neteweyî meşandiye.

Em bang li aliyên peywendîdar yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, da ku sedemê fermînekirina Tevgera Azadî ji bo me û raya giştî ragihînin. Em xwe li gorî yasayên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi fermî dizanin.”

Diviyabû di nava 2 mehan de bersiv bidana

Piştî wê parêzerê Tevgera Azadî, Şemal Ezîz jî axivî û got, ev 3 sal û 10 meh in ku wan daxwaza destûrê kiriye û wiha axivî: “Hemû mercên yasayî temam in, li gorî yasayê pêwîst bû di nava 2 mehan de bersiva daxwazên me hatiba dayîn. Lê heya niha ti bersiv nehatiye dayîn. Li gorî yasayan heger di nava 2 mehan de bersiveke erê yan jî na nehat dayîn, ev yek tê wê wateyê ku daxwazên wan hatine pejirandin. Li gorî yasayên partiyên siyasî, Tevgera Azadî niha xwedî destûr e. Lê ti bersiveke nivîskî nehatiye ji bo wan.”

24 saet mohlet dan

Piştî vê daxuyaniya Tevgera Azadî, Hêzên Asayîşa Silêmaniyê doh serê sibehê dor li navenda Tevgera Azadî girt. Gel jî ji bo piştgiriyê berê xwe da navenda Tevgera Azadî. Asayîşê hewl da navendê bigire. Paşê ji navendê dûr ketin û 24 saet mohlet dan Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ji bo ku navendê bigire. Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Mihemed Ebdullah li ser mijarê got; “Hêzên Asayîşê 24 saet mohlet daye me ji bo ku em navendê bigirin. Me ji hêzên asayîşê re gotiye, em ê li navenda xwe bimînin. Bila ew bên derî li ser me bigirin û ew navend ji bo me bibe zîndan. Em navenda xwe radestî wan nakîn. Eger bi zorê ev yek kirin jî, em ê serî li xwepêşandan û nerazîbûnên demokratîk bidin.”

 

ROJNEWS/SILÊMANÎ