Li Ewrûpayê karê ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê dewam dike. Li bajarê Elmanyayê Duisburgê bi beşdariya bi sedan kesî buroya hilbijartinê hate vekirin, li bajarên, Stuttgart, Goppingen, Roma û Grossetoyê jî civînên gel hatin kirin.
DUISBURG: Li bajarê Elmanyayê Duisburgê, bi beşdariya bi sedan kesî buroya hilbijartinê hate vekirin. Parlamenterê Mûşê yê HDP’yî Ahmet Yildirim, parêzerê Selahattîn Demîrtaş, Ercan Kanar û nûnerên HDK’ê tevlî merasîmê bûn. Yildirim li vir axivî û got, “HDP ya ku temsîla hemû gelan e, wêneyê rasteqîn ê Tirkiyeyê ye.” Yildirim diyar kir ku ew ê li her cihî mal bi mal bigerin û hewl bidin her kesî qanih bikin.
GOPPINGEN: Li bajarê Elmanyayê Goppingenê jî bi wesîleya hilbijartinên 24’ê Hezîranê xwarina piştevaniyê hate belavkirin. Çalakî li komeleya Suryaniyan pêk hat û siyasetvan Osman Ergîn beşdar bû. Ergîn destnîşan kir ku HDP hêza li Ewrûpayê gelekî girîng dibîne û bendewariyên xwe jê hene. Li gel axaftinan, peyama namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş jî hate xwendin.
STUTTGART: Li bajarê Elmanyayê Stuttgartê, civînên Platforma HDP’ê yên li ser hilbijartinê dewam dikin. Di civîna heftane ya platformê de ku roja Yekşemê pêk anî, bernameya li ser rojên bê hate amadekirin. Wekî din li Navenda Çanda Elewiyan a Winnendenê civîna gel hate kirin. Di civînê de hate destnîşankirin ku HDP partiyeke alternatîf e û ji bo parastina dengan banga muşahîdbûnê li beşdaran hate kirin.
ROMA: Ji bo HDP li Îtalyayê bibe partiya yekemîn, HDP karekî xurt dimeşîne. Li bajarên Roma û Grosseto yên Îtalyayê civînên gel hatin kirin. Lêkolîner û aktîvîsta jin Sûltan Oger, Ozan Botan li Romayê di civînê de axivîn. Qisekeran bi bîr xist ku têkoşîna wan îro gihîştiye bi milyonan û got, ev yek bi saya têkoşîna azadiyê bûye.
Di civîna gel a li bajarê Grossetoyê de malbata gerîlayê HPG’ê Ramazan Tûnç (Dijwar Çelîk) ê 2’ê Kanûna 2017’an li gundê Çatak ê navçeya Kanîreşê ya Çewligê şehîd bû, amade bû. Di civînê de hate destnîşankirin ku her dengê bê dayin wê bibe gueleyek û li dîktatoriyê bikeve.
NAVENDA NÛÇEYAN