Parlemnetera HDP’ê Ayşe Surucu, diyar kir ku biryara ji bo girtina Înstîtuya Zimanên Zindî dewama polîtîkayên asîmlasyonê ye û bang li her kesî kir ku malên xwe veguherînin dibistanê.
Senatoya Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê, ji bo Înstîtuya Zimanên Zindî bigire, biryar da û ji YOK’ê re şand. Surucu li ser mijarê got, girtina sazî û dezgehên perwerdehiyê yên bi Kurdî, Erebî û Suryanî, di serî de bêtehamuliya ji bo Kurdan û bi giştî bêtehamuliya ji bo gelên din e. Surucu got: “Di sedsala 21’ê de saziyên bi kurdî perwerdehiyê didin tên girtin. Ev neyartiya Kurdan û Kurdî ye. Hûn nikarin bi qedexeyan vî zimanî tine bikin. Kurdî, li cihanê yek ji zimanê dewlementirîn e. Loma divê qedexeyên li pêşiya Kurdî bi dawî bibin.”
Herî dawî Surucu, bang li her kesî kir ku li dijî polîtîkayên çewisîner û asîmlasiyonê, bi Kurdî biaxivin û malên xwe veguherînin dibistanên Kurdî.
MA/RIHA