
Ji Fermandarên YPG’ê yên li Eniya Rojhilat Mazlûm Kobanê, operasyona berfireh a hêzên YPG/YPJ’ê ji bo paqijkirina eniya rojhilat ji çeteyên DAIŞ’ê dane destpêkirin, ji ANF’ê re nirxand. Kobanê ragihand ku piştî azadkirina Girê Miştenûrê operasyonên hêzên YPG/YPJ’ê derketine qonaxeke nû û got, “Hêzên YPG/YPJ’ê yên destpêkê li eniya başûr çeteyên DAIŞ’ê derxistin deveyî bajêr, li dû paqijkirina eniya başûr, li hemberî çeteyên li eniya rojhilat asê mane, dest bi operasyoneke berfireh kirin. Hêzên YPG/YPJ’ê bi operasyona 23’ê Çileyê re Sukulhal, Mizgefta Seyda û Kolana Seyda ji çeteyan paqij kirin û çete li herêma Kaniya Kurdan asê kirin. Hêzên YPG/YPJ’ê ku xwe gihandine sînorên Kaniya Kurdan, eger bi çar kolanên din ve jî bi pêş ve biçin, wê tevahiya eniya rojhilat ji çeteyan paqij bikin û serketina berxwedana destanî ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê îlan bikin.”
Bereya navendî ya êrişan
Fermandar Kobanê diyar kir ku eniya rojhilat, ji bo hemû êrîşên stratejîk ên çeteyên DAIŞ‘ê li hemberî Kobanê eniya navendî ye û anî ziman ku li eniya rojhilat ji Til Ebyad, li eniya başûrrojhilat jî ji Silûk, Srrinê û Reqqayê hêz û cebilxane gihaştine eniya rojhilat. Fermandarê YPG’ê wiha got, “Ji ber vê rewşa xwe ya herêmê, çete ji vê derê bêhtir bi çekên giran û tankan dikarin êrîşên giran bikin. Ev yek, parastina şervanên YPG/YPJ’ê yên bi çekên ferdî zehmet dikir. Çeteyên DAIŞ’ê dema bi êrîşên giran derbasî Girê Miştenûrê bûn, di vir de êrîşên li eniya rojhilat ên bi tank û topan bi bandor bûn. Piştî bi destxistina Girê Miştenûrê, çeteyên DAIŞ‘ê hêza xwe ya herî mezin ji rojhilat ve xistibûn nava bajêr û di rojên destpêkê de li bajêr gelekî bi pêş ve çûbûn.”
Berxwedana destanî heye
Kobanê ragihand ku li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê şervanên YPG/YPJ’ê berxwedaneke destanî nîşan dan û got, “Tevî teknîka mezin jî rê neda çeteyan. Di vê demê de çeteyan bi taybetî li herêma sînor ji bo xwe bigihînin deriyê sînor êrîşên giran kirin. Şervanên YPG/YPJ’ê jî li vê nuqteyê mûcîzeyên berxwedanê afirandin û nehiştin derî têk biçe. Li eniya rojhilat nuqteyeke din a êrîş û berxwedan lê giran bû avahiyên Asayîşê, Şaredariyê û derdora wan bû. Li avahiya Asayîşê, berxwedana destanî ya fermandar Diyar Bagok, ku tevî rewşa xwe ya birîndarî jî roj û şevekê bi tena serê xwe li hemberî çeteyan li ber xwe da, bû sembola berxwedana li vê eniyê.”
Çete asê mane
Kobanê bibîr xist ku şervanên YPG/YPJ’ê di meha Kanûnê de Pêngava Rizgarkirina Kobanê dane destpêkirin û got, “Berxwedêrên ku di kesayetiya fermandar Diyar de operasyonên eniya rojhilat diyarî hemû şehîdên YPG/YPJ ên li vê eniyê şehîd ketin kirin, bi vê motîvasyonê di demeke kurt de gelek nuqteyên stratejîk ji çeteyan paqij kirin. Destpêkê avahiya şaredariyê û avahiyên PYD û Konferansê yên li derdorê, Parka Jinan û derdora wê ji aliyê berxwedêrên YPG/YPJ’ê ve hatin azadkirin. Dûre jî Avahiya Asayîşê, Sukulhal û Lîseya El Xensê hatin azadkirin. Piştî azadkirina Girê Miştenûrê me jî li eniya rojhilat, ji bo derxistina çeteyan ji nava bajêr dest bi pêngavê kirin. Li Dibistana Şerîa, avahiya Asayîşê û xeta Kaniya Kurdan gelekî bi pêş ve çûn. Çeteyên DAIŞ’ê nikarin xwe li pêşberî vê pêngava me rabigiri, gelek komên çete tên îmhakirin, her wiha gelek jê jî neçar dimînin birevin.”
ANF/KOBANÊ