
Ehmed, derbarê xebatên avakirina rêveberiya xweseriya demokratîk de destnîşan kir ku Desteya Pêkanîna Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xebatên, “rengê rêveberiyê, qanûna hilbijartinan û hevpeymana civakî” bi dawî kirine û ji bo ev xebat bêne nirxandin, wê Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Demkî bicive.
Ehmed diyar kir ku eger ev xebatên Desteya Pêkanîna Proja Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Demkî ji aliyê meclîsê ve bêne erêkirin wê şêwazê rêveberiyê diyar bibin. Ehmed destnîşan kir ku armanca wan ew e ku beriya civîna Cenevre-2 rêveberiyê îlan bikin ku pirsgirêka kurd di nava Cenevre-2 de bibe rojev. Ehmed got: “Emê di demek kurt de vê mizginiyê bidin gel.
QAMIŞLO