Kampanyaya Freedom for Ocalan (Azadî ji Ocalan re) li Ingilistanê bi destê sendîkayan bi xurtî tê bi rê ve birin. 15 sendîkayên mezin ên welêt destekê didin kampanyayê. Yek ji sendîkavanên di kampanyayê de çalak, Simon Dubbins e. Ew Dîrektorê Beşa Navneteweyî û Lêkolînê yê sendîkaya UNITE´ê ye, ku 6 milyon endamên wê hene.
Simon Dubbins dibêje, analîzên Ocalan li ser sîstemê û Rojhilata Navîn muezem in. Ji bo kampanyayê jî got, “Me Nîsana 2016´an dest pê kir, li gorî kampanyayê din em nû ne. Lê tevî vê jî ji me re dibêjin, kampanya bûye rojeva tevgera karker.”
Ji bo Sendîkayên li derveyî Ingilistanê jî ew dibêje, “Em dixwazin ew jî beşdarî kampanyaya me bibin. Em yeqîn dikin û ji ber vê jî em dibêjin, nirxên tevgera sendîkal ên weke berfirehî, nekirina cudakeriyê, mafên jinan, hemû nirxên tevgera siyasî ya Kurd in jî. Ji ber wê jî hîç gumana min nîne, heger em vê kampanyayê mezin bikin, em bi ser kevin, bikin ku Ocalan bê serbestkirin û bi vê yekê re jî li herêmê guhertinên mezin çêbin.”
LONDON