Endama Koordînasyona KJK’ê, Besê Erzîncan got, armanca konferansa jinên Kurd ew e ku yekitiya jinan pêk bînin û xebateke hevpar bimeşînin.
Endama Koordînasyona Kongreya Jinên Kurdistan (KJK) Besê Erzîncan, li ser Civîna Amadekar a ji bo 3’emîn Kongreya Jinên Kurd a Neteweyî de hin nirxandin kirin.
Besê, diyar kir ku civîn gaveke dîrokî ye û got, armanca wan ew e ku 3’emîn Konferansa Jinên Kurd a Neteweyî pêk bînin. Besê di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ew dixwazin xebateke hevpar ji bo yekitiya jinên Kurd bidin destpêkirin û wiha dewam kir, “Wekî ku tê zanîn jinên Kurd ji ber tecrûbe û keda xwe hatin astekê ku tevahiya cîhanê rêzê ji wan re bigire. Jinên Kurd hem li meydana siyasî û hem jî li meydana civakî gelek xebatên girîng kirin. Armanca me ew e ku em jinên Kurd li hev rûnên tecrûbeyên xwe bi hev re parve bikin, yekitiya neteweyî pêk bînin û di warê netewîbûnê de xwe bi pêş bixin.”
Besê di îşaretb bi pirsgirêkên di warê pêkanîna yekitiya neteweyî de kir û got: “Em jinên Kurd bi pêkanîna yekitiya xwe ya neteweyî armanc dikin ku pêşengtiyê bikin li pêkanîna yekitiya neteweyî ya gelê xwe.”
‘Em heta niha ji hev cuda bûn’
Besê îşaret bi projeyên mîna navendên niqaşên hevpar, platformên eşkerekirina nêrîna xwe kir û got, "Ji ber ku bi giştî li tevahiya Kurdistanê pirsgirêkên cûr bi cûr hene. Gelek mijarên ku divê bi awayê hevpar bên nîqaşkirin hene. Lê mixabin heta niha em her ji hev parçe bûn û me yekîtiya xwe pêk neanî. Armanca me ew e ku em li tevahiya Kurdistanê rêhevaltî û yekitiya jinan pêk bînin û li ser vê bingehê têbikoşin. Ev xebat di heman demê de wê bandora xwe li ser berxwedana azadiyê ya gelê Kurd jî bike.”
SILÊMANÎ