
Edîtorê Weşana Aramê Ulaş Guldiken, biryara komkirina 53 pirtûkan rexne kir û diyar kir ku ev biryar li dijî hiqûq û mafê azadiya ramanê ye.
Guldîken, anî ziman ku ew dê qedexeyan nas nekin û pirtûkên xwe bigînin xwînerên xwe. Beriya bi 3 rojan di navê de yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Sakine Cansız û Musa Anter jî derbarê 53 pirtûkên Weşana Aramê biryara berhevkirinê hat dayîn. Di meha Nîsanê de 3 hezar û 959 pirtûkên weşana Aramê, dema dibirin Fuara Pirtukan a Îzmirê hatibûn desteserkirin. Piştî ku polîsan bi fermana dozger pirtûk desteser kirin, dozger der barê 53 pirtûkan de biryara berhevkirinê da.
Pirtûkên Musa Anter niha qedexe dikin
Edîtorê Weşana Aramê Ulaş Guldiken, biryara berhevkirina pirtûkan li dijî hiqûq û mafê ramanê nirxand û got: “Balkêş e heta niha tu carî der barê pirtûkên Musa Anter de biryara qedexeyê nehatiye dayîn. Lê niha qedexe dikin. Bi taybetî piştî ku li herêmê şerê taybet hat destpêkirin û bi şûn ve zextên li ser çapemeniyê û weşanê jî zêde bûn. Lê her çend qedexe hebin jî em ê qedexeyan nas nekin û pirtûkên xwe bigihînin xwînerên xwe. Berê di fuarên pirtûkan yên Wan û Amedê de jî dezgeha me ya pirtûkan rastî êrîşan hat. Pirtûkên der barê wan de biryara komkirinê tune be jî tên qedexekirin. Polîsan di serdegirtina dezgehên me de got, ‘Em kengî bixwazin em ê bên pirtûkan desteser bikin. Ev helwêsteke keyfî ye. Li dijî hiqûq û zagonan e. Dema weşanxaneya me ya Stenbolê pirtûkan çap dike mînakên wan dişîne dozgeriya Stenbolê û Midûriyeta Stenbolê. Dîsa dişîne Wezareta Çandê.”
‘Bi awayekî keyfî biryaran derdixin’ Guldiken da zanîn ku bi van biryarên berhevkirinê naxwazin pirtûkên Aramê bigihîjin xwîneran û weha pê de çû: “Lê ew çendî asteng bikin jî em ê dîsa pirtûkên xwe bigihînin xwînerên xwe. Pirtûkên Apê Musa heta niha nehatibûn komkirin. Pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi biryara Dadgeha Destûra Esasî hatin serbestkirin. Berê Dadgeha Destûra Esasî der barê 5 parêznemayên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên ‘Manîfestoya Şoreşa Kurdistanê û Çareseriya Neteweya Demokratîk û Pirsgireka Kurd” de biryara qedexeyê rakiribû. Lê niha ev biryar hat binpêkirin û bi awayekî keyfî biryaran didin. Dîsa pirtûkên Zanistên civakî hatin komkirin. Ev jî bi destûra Wezareta Çandê hatibûn çapkirin. Balkêş e, pirtûka Cezmi Ersoz a ‘Elveda İkiyüzlü Umut jî hat xedexekirin. Pirtûka Serpêhatiyên Sakine Cansiz hat qedexekirin. Polîsan di serdegirtina Pirtûkxaneya Ekîn ya li Qoserê de tenê pirtûkên Weşanên Aramê desteser kirin. Ev nîşan dide ku hemû pêkanîn û zextên li ser weşana me keyfî ne. Em ê li ber vê biryarê rabin û der barê biryarê de doza tazmînatê vekin. Em bi 50 pirtûkxaneyan re dixebitin. Vê biryarê bandorek neyînî li ser firotina pirtûkan kir. Armanc ew e ku pirtûkên me negihîjin xwîneran. Lê çi dibe bila bibe, em ê pirtûkên xwe bigînin xwînerên xwe.”
DÎHA/AMED