Fermandarê Lîwa Şemal El-Dîmokratî, Iskender Elai diyar kir ku ew amade ne da ku şerê artêşa Tirk a dagirker bikin û destnîşan kir ku ji despêka avakirina QSD`ê ve wan soz daye gelê Sûriyê ku ew ê Sûriyê ji terorê rizgar bikin û got, zarokên Sûriyê dê herêmên Şehba ji Tirkiyeya dagirker rizgar bikin.

Fermandarê eskerî yê Lîwa El-Şemal El- Dîmoqratî ya herêmên Şehba, Iskender Elai, derbarê îdîayên Tirkiyeyê de ku ew ê êrîşan bîne herêmên Şehba yên rizgarkirî û Kantona Efrînê, û destekdayîna bê navber a eskerî li herêmên hatine dagirkirin û radestkirina Idlib û Helebê a komên çete de axivî.

Di serî de fermandar Iskender Elai êrîşên bê navber ên çeteyên artêşa Tirk a dagirker li dijî gund û bajarokên herêmên Şehba yên rizgarkirî şermezar kir û diyar kir ku AKP`ê bi serokatiya Erdogan komên terorîst ava kirine û ew şandine Sûriyê da ku planên wê yên dagirkerî û terorîstiyê li ser xaka Sûriyê, pêk bînin.


Em ê welatê xwe biparêzin ji çeteyan û destekkarên wan

Iskender Elai li ser wiha peyivî: "Tirkiye hewl dide ku senaryoya par a dagirkirina Cerablus, Ezaz û Babê bi hinceta şerê li dijî terorê, dubare bike. Lê em ne terorîst in, em zarokên Sûriyê ne û welat ji dagirkeriyê diparêzin, em ê bi exlaqê xwe parastina welatê xwe bikin û em armanc dikin ku xaka xwe ji çeteyan û yên destekê didin wan, rizgar bikin.”


Îdiayên çapemeniyê şerê taybet e

Derbarê îdîayên çapemeniya girêdayî Tirkiyeyê ya êrîşên li dijî herêmên Şehba û Efrînê, fermandarê Lîwa El-Şemal got, "Hemleya îdîayên vê çapemeniyê derbarê êrîşên li dijî herêmên me dide meşandin, tenê şerê çapemeniyê ye ku morala çeteyan a şikestî bilind bike û wek şerê taybet û fîzîkî ye ku Tirkiye dide meşandin eşkere bû. Tirkiye û çeteyên wê li ser erdê li hemberî me lawaz in, ji ber vê yekê hewl didin di rêya çapemeniyê re xwe bi hêz bidin xuyakirin û morala xwe bilind bikin.”


Seneryoya Lîwaya Skenderûnê dubare nabe

Fermandarê eskerî axaftina anî ser lîwaya Skenderûnê û dagirkirina wê û wiha dewam kir: "Li pêş çavê hemiyan diyar bû ku kî şerê terorê dike, diyar bû ku yên şerê terorê dikin, hêzên QSD`ê ne.” her wiha diyar kir ku armanca êrîşên artêşa Tirk a dagirker ser herêmên Şahba yên rizgarkirî, xwedî wê armancê ye ku morala şervanên hemleya rizgarkirina Reqayê kêm bike, û desteka manewî bide çeteyên DAIŞ`ê.


Mil bidin hêzên şoreşger

Elai hişyar kir ku îdîayên Tirkiyeyê ji bo xapandina çeteyan in, û armanca esasî dagirkirina herêmên Bakurêî Sûriyeyê ye.

Fermandsrê eskerî Iskender Elai daxwaz ji hêzên eskerî û rûspiyên êlên li herêmên di bin serweriya artêşa Tirk a dagirker de kir ku serî ji Tirkiyeya dagirker û planên wê re netewînin, ew armanc dike welatê wan talan bike. Ji ber vê yekê divê li hemberî dagirkeriyê mil bidin hev û wiha peyivî: "Temen çi dibe bila bibe, divê rûspiyên êlan mil bidin hêzên şoreşger da dawî li dagirkerina Tirkiyê ya xaka Bakurê Sûriyê bînin, zarokên Sûriyê dê herêmên Şehbayê ji artêşa Tirk a dagirker rizgar bikin.”

Fermandarê leşkerî ya Lîwa Şemal El-Dîmokratî Iskender Elai da zanîn ku ew ji bo rizgarkirina xaka Sûriyê ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û bersivdayîna her êrîşekê, bi hemû hêza xwe amade ne û soz da ku herêmên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dagirkirî, rizgar bikin, wek bajarên Minbic û Tebqayê aramî û ewlehiyê li wan vegerînin.


TOLÎN HESEN / ANHA / ŞEHBA




Em ê dagirkeran bikin der


Şervanên Hêzên Şoreşger ên herêmên Şehba diyar kirin ku ew li hemberî tevahiya êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên wan li ber xwe didin û ew ê nehêlin artêşa Tirk û çeteyên wê pîlanên xwe li herêmê bi cih bînin. Şervanan got, çawa wan çeteyên DAIŞ`ê ji herêmê derxistin, ew ê hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin.

Şervan Saedûn Kûsa got, ew di xendekên pêşîn ên li hemberî artêşa Tirk a dagier û çeteyên wê de cih digrin da nehêlin dagirker bostekê ber bi xaka wan a rizgarkirî ve bên. Her wiha destnîşan kir ku çiqas êrîşên li ser xaka wan dirêj bibin jî ew gavekê bi paş ve nakişin, lê belê ew ê berxwedanê zêde bikin da ku herêmên bi destê çeteyên artêşa Tirk a dagirker dagirkirî, rizgar bikin û şêniyên hatine koçberkirin vegerînin li herêmên wan.

Şervan Îdan Hemdo jî got, "Armanca îdîayên çapemeniya girêdayî Tirkiyê ew e ku vîna me lawaz bike, lê ew nizane her ku ew hewl bide destekdayîna çeteyan û êrîşan zêde bike, her diçe israra me ya şikandin û lêdana derbên giran li wan zêde dibe. Em ê di xenqekên xwe de bimînin û parastina xak û gelê xwe ji Tirkiyeya dagirker û çeteyên wê bikin, em zarokên vê xakê ne."

Şervan Ehmed Ferec jî destnîşan kir ku bi saya berxwedan û fedakariya rêhevalên wan a ji bo rizgarkirina vê xakê ji çeteyan nuqteyên xwe bernadin û wiha domand: "Em nahêlin xwîna şehîdên me li erdê bimîne, em ê heta rizgarkirina xaka herêmên Şehba ji qirêjiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe bidin, em ê heta pêkanîna armancên xwe yên şopandina rêya Şehîdan a ji bo pêkanîna aştî û ewlehiya şêniyan, di xendeqên xwe de bimînin."  


 ANHA/ŞEHBA