Hevwelatiyê Îtaliyayê Kerîm Firansîskî (Marsîliyo Kobanê) ku di sala 2014’an de tevlî nava revên YPG’ê dibe, di eniya şerê Meştenûrê cîhe xwe digre. Firansîskî ku niha vegeriyaye Îtaliyê, li ser berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê pirtûk dinivisîne.
Bi berxwedana YPG û YPJ’ê ku li Rojavayê Kurdistanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê dide meşandin gelek ciwanên Kurd û biyanî pê bandor bûn û ji gelek deverên cîhanê berê xwe dan nava refên YPG û YPJ’ê. Ji van ciwanê yek jê jî hevwelatiyê Îtaliyê Kerîm Firansîskî (Marsîliyo Kobanê) ye. Marsîliyo Kobanê ku di sala 1989’an de li bajarê Kezbelanka ya Mexribê ji dayîk bûye, bavê Firansîskî Îtalî ye û dayîka wî jî Mexribî ye.
Dema Firansîskî 13 salî bû, bavê wî ji ber nexweşiya penceşêrê çûye ser dilovaniya xwe. Firansîskî di 19 saliya xwe de dibistana xwe ya amadeyî bi dawî kir. Lê ji ber rewşa aborî nikaribû derbasî zanîngehê bibe. Firansîskî ji wê demê ve xebatên siyasî dimeşîne û beşdarî nava partiyekî Îtalî dibe.
Derbasî Pirsûsê bû
Piştî ku Firansîskî bi berxwedana dîrokî ya Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bihîst, li gel hin hevalên xwe ji bo ku berxwedanê ji nêz ve bişopînin, di Cotmeha 2014’an de berê xwe dan bajarê Pirsûsê yê Bakûrê Kurdistanê û beşdarî xebatên alîkariya welatiyên Kobanê bûn. Firansîskî dema lehengiya şervanên YPG’ê û YPJ’ê ji nêz ve nas kir, biryar girt ku beşdarî nava refên YPG’ê bibe. Di wê demê de piştî ku misyona xwe ya alîkariyê bi dawî kir vegeriya Îtaliya û piştî mehekê berê xwe da Kobanê û fermî beşdarî nava refên YPG’ê bû. Firansîskî li gel hevalên xwe yên YPG’ê li Kobanê dijî çeteyên DAIŞ’ê bi lehengî li ber xwe da û mohra xwe li berxwedana dîrokî ya Kobanê da.
Firansîskî derbarê beşdarbûna xwe ya nava YPG’ê de wiha got: “Min li bajarê Pirsûsê rêveberekî Kobanê nas kir û bi alîkariya wî ez derbasî Kobanê bûm û li wir min fermandarekî YPG’ê nas kir û min xwest bi awayekî fermî beşdarî nava refên YPG’ê bibim.”
Li eniyên berxwedanê şer kir
Piştî ku daxwaza Firansîskî ya beşdarbûna nava refên YPG’ê hate erê kirin, Firansîskî cihê xwe li eniya Meştenûrê girt û li gel xebatên xwe yên parastinê beşdarî perwerdeyeke kurt bû û têde fêrî şer û pevçûnan bû.
Firansîskî ragihand ku wî ji bilî fêrbûna sekvantiyê rihê hevaltiyê ji têkoşer Herdem wergirtî ye û wiha pêda çû: “Ez li eniya rojhilat ji heval Herdem gelek tişt fêr bûm. Ji bo min ew sembolê berxwedanê bû û ez ti carî jibîr nakim.”
‘Çete min armanc digirin’
Firansîskî diyar kir ku wî cara yekemîn di jiyana xwe de şer û pevçûn li eniya Meştenûrê dîtiye û bi rûyekî berken wiha got: “Guleyên çeteyan rasterast dihatin min. Beriya wê min ti carî çek nas nedikirin û ez beşdarî ti pevçûnan nebibûm. Dema ku gule wekî baranê bi ser me de hatin, min bi zimanê xwe yê Mexribî bang kir; ‘Çete min armanc digirin!’ Fermandarê me Zagros bi rûyekî berken got ku na ew me hemûyan armanc digirin.”
Firansîskî diyar kir ku şerê li Kobanê rû daye ne tiştekî normal bû û piştî çend pevçûnan ew bi awayekî pratîkî fêrî hemû hunerê şer bû û bi lehengî beşdarî berxwedana li dijî çeteyan bû.
‘Jiyana şervanan cewaz bû’
Firansîskî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser exlaq û şêwazên danûstandina şervanan û rihê hevaltiyê di navbera wan de û ev tişt anîn ziman: “Jiyana şervanên YPG’ê û YPJ’ê gelekî xweş û cîwaz bû. Şervanan rastiya hevaltiyê naskiribûn û hemû li hemberî hevûdu rêzdar bûn. Jiyana min di nava şervanan de derbas kiriye ne wekî ya li Îtaliyayê ye. Li Îtaliyayê her kes tenê bixwe difikire. Ferq û cudahiya di navbera vir û Îtaliyayê de gelekî mezin e. Min li vir wateya rastiya jiyanê nas kir.”
Firansîskî di nava şervanan de her wiha fêrî zimanê Kurdî bû û êdî bi zimanekî Kurdî şikestî diaxivî.
Ji neçarî vegeriya Îtaliyayê
Piştî berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê bajarê Kobanê di 26’ê Çileya 2015’an de ji çeteyan hate rizgarkirin û piştre jî piraniya gundên girêdayî Kobanê ji çeteyan hatin paqijkirin. Di meha nîsanê de ji ber qanûna hikûmeta Îtaliyayê ku beşdarbûna nava hêzên YPG’ê qedexe dike, Firansîskî neçar ma vegere Îtaliyayê. Lê partiya wî jî li hemberî derxistina vê qanûnê derket û piştre jî qanûn hate betalkirin.
Wê pirtûk binivisîne
Firansîskî diyar kir ku ji bo berxwedana Kobanê neyê ji bîrkirin û biryar girt ku hemû çavdêriyên xwe yên siyasî û leşkerî her wiha çîrokên şervanan di pirtûkekê de binivîse.
Firansîskî di vê dema borî de li gel partiya xwe xebatên xwe yên alîkariya bi Kobanê re berdewam kirin û gelek caran alîkarî şandin.
Firansîskî dibêje ku wî di pirtûka xwe de rastiya ku li Kobanê hatiye jiyankirin nivîsandiye û dixwaze tevahî cîhan vê rastiyê û berxwedana Kurdan li dijî çeteyan nas bike. Bi sedan şervanan ji bo azadiyê û axa welatê xwe canê xwe feda kirin û wiha domand: “Ez dixwazim tevahî cîhan rastiya berxwedana Kurdan li Kobanê nas bike.”
Firansîskî da zanîn ku welatiyên Ewropa tenê bi navê Kurdan bihîstine û ew tiştekî derbarê rastiya wan a dîrokî û têkoşînê de nizanin. Her wiha derbarê felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî baş ne agahdar in.
6 pirtûkên Ocalan xwendin
Firansîskî got dema ew vegeriya Îtaliyayê hin pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyda kirin û bi baldarî xwendin û wiha destnîşan kir: “Felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadiya tevahî gelên cîhanê ye û ne tenê ji bo gelê Kurd e. Ev felsefe nêzî marksîzmê ye lê bi awayekî pêşketî ye.”
Firansîskî got ku ji bo felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di civaka Îtalî de jî pêk were ew ê pêşniyarî partiya xwe bike û hewl bide civaka xwe ya xwezayî vegerîne.
‘Gelek hevalên min şehîd ketin’
Firansîskî da zanîn ku di berxwedana Kobanê wî gelek hevalê xwe çêkirin û bi hev re gelekî dilsoz bûn û wiha pêde çû: “Gelek hevalên min di berxwedana li dijî çeteyan de şehîd ketin. Ez bi şehadeta wan ên wekî şehîd Gulhat ê Emrîkî, şehîd Herdem Rojhilat, şehîd Serhed Kendal ji Kobanê, Sefqan ji Bakurê Kurdistanê û gelek şehîdên din pê bandor bûm. Dema bûyerên Kobanê tên gotin tenê şehîdên berxwedanê tên bîra min û ez ti carî şehîdan ji bîr nakim.”
‘Ez ê berxwedana xwe bidomînim’
Firansîskî dibêje ku ew ê li gel şervanên YPG’ê û YPJ’ê berxwedana xwe li dijî çeteyan bidomîne û wiha da xuyakirin: “Ez li benda destpêkirina hemleya rizgarkirina Reqqayê me û heta bajarên Reqqayê û Mûsilê tên rizgarkirin ez ê berxwedana xwe bidomînim. Nemaze tevahî herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê were paqijkirin.”
‘Gelê Îtaliya bi Kobanê serbilind e’
Derbarê nêzîkariya gelê Îtaliyayê de Firansîskî destnîşan kir hemû welatiyên Îtaliya bi berxwedana Kobanê serbilind in û bi taybet siyasetmedar û rewşenbîr diyar dikin ku berxwedana Kobanê li dijî çeteyan ji bo parastina tevahî mirovahiyê ye.
Firansîskî di dawiya axaftina xwe de bang li hemû ciwanên Îtaliyayê, herçar parçeyên Kurdistanê û tevahî cîhanê kir ku beşdarî şoreşa mirovahiyê bibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dem dema têkoşîn û şoreşê ye. Bûyerên rû didin netenê ji bo nivîsandina dîrokê ye, ji bo aştî û aramiya cîhanê ye. Em ê sîstemeke nû ya aştiyê ava bikin û mozaîka çandî û netewî ya tevahî cîhanê biparêzin. Ji ber vê yekê divê hemû kes bi berpirsyarî beşdarî nava xebatên şoreşa mirovahiyê bibin. Her wiha divê ciwan jî beşdarî nava refên YPG’ê û YPJ’ê bibin û li dijî terorîstê li ber xwe bidin.”
XUNAV ÎSA