Ebdulkerîm Umer destnîşan kir ku sûcên ku hikûmeta AKP’ê ya dagirker pêk tîne, nîşana îflasa wê ya li hemberî serkeftin û berxwedana Bakurê Kurdistanê ye û got: “AKP bi riya piştgirîdayîna komên çete yên ku taxa Şêx Meqsûd a Helebê û herêmên El-Şehba topbaran dikin û bi darbeya li ser parlamenterên HDP’ê re, dixwaze kirîza xwe ya navxweyî derxe derve.”

Hevserokê Desteya Karên Derve ya Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Umer, diyar kir ku ew wekî Deste li hemberî sûcên AKP’ê bêdeng namînin û got: “Me derbarê mijarê de tedbîrên xwe girtine. Me komîteyeke belgekirina sûcên AKP’ê ava kiriye. Wê komîte dosyaya sûcan amade bike û ji rêxistinên mafên mirovan û gelek wezaret û parlamantoyên welatên cîhanê re pêşkêş bike.” 


11 caran sînor derbas kirin

Hêzên hikûmeta AKP’ê ji 19’ê Nîsana 2016’an ve 11 caran sînorê Rojava derbas kirine. Di vê dagirkeriyê de di mesafeyek 8 km a li ser xeta sînor di navbera 15 û 60 metreyan de xaka rojava hatiye derbaskirin. Bi taybetî jî sînorê di navbera Qamişlo û Nisêbînê de hatiye derbaskirin. 


 ANHA/QAMIŞLO