Li seranserê Ewrûpayê Kurdistaniyan û çalakgerên greva birçîbûnê li Berlîn û Strasbourgê tecrîdkirina Ocalan, bêdengiya saziyên Ewrûpa rûreş kir û peyama, em ê tecrîdê bişikînin da.

Çalakiyên li dijî tecrîdkirina Ocalan li seranserê Ewrûpayê dewam dikin. Çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê jî di serî de Berlêîn û Strasbourg dewam dikin. Kurdistaniyên di çalakiya rûniştinê ya li Strasbourgê de doh her wiha 4´ê Nîsanê rojbûna Ocalan jî pîroz kir. Çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger a li Berlînê jî bang li hikûmeta Elman kir da ku ji bo rakirina tecrîdê hewl bide.

Greva birçîbûnê ya li bajarê Fransayê Strasbourgê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di roja 110´an de dewam dike. Kurdistanî ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê li gelek deveran çalakiyan dikin; ew bang li Konseya Ewrûpayê (KE) û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) dikin ku wezîfeya xwe bi cih bîne ji bo tecrîd rabe.

Gelê Kurd wê tecrîdê bi dawî bike

Kurdistaniyên ji destpêka hefteyê ve li ber avahiyên KE û CPT´yê çalakiya rûniştinê dikin, ên ku doh hejmara 300 kes bû, bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Ocalan pîroz kir. Hevserokê NAV-DEM’ê Tahîr Koçer rojbûna Ocalan weke vejîna gelê Kurd bi nav kir û got, Ocalan dîroka gelê Kurd jinûve zindî kir: “Tecrîd li dijî gelê Kurd e û heta tecrîd bi dawî bibe wê gelê Kurd çalakiyan li dar bixe. Gelê Kurd wê dawiyê li tecrîdê bîne.”

Piştre Kurdistanî heta Avenue de l’Europe meşiyan Kurdistaniyan bang li CPT û PE´yê kir ku wezîfeya xwe bi cih bînin. Ji bo rojbûna Ocalan jî çalakgeran darên zeytûnan çandin. Nobeta ku ji duşemê ve li Strasbourgê dest pê kiribû jî doh bi dawî bû.

Doh dema nûçeya me dihat amadekirin, çav li rê bû endamên Kongreya Rêveberiyên Cihî û Herêmî yên KE´yê biçin serdana çalakgeran.

Hestiyar bin

Ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven beriya bi 149 rojan dabû destpêkirin, 4 çalakgerên greva birçîbûnê ji hefteya bihurî ve Berlînê ne û çaklakiya xwe di navbera avahiyên Meclîs û Serokwezîriyê de di karavanekê de didomînin. Cemal Kobanê û Omer Bagdûr di roja 67’an de greva xwe didomînin. Şiyar Xelîl ê ku ji bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ye berê li Nurnbergê çalakiya xwe didomand jî ev 70 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Mele Mûstafa Tûzak jî berê çalakiya xwe li bajarê Duisburgê didomand, niha roja 82´yan de çalakiya xwe dewam dike. Wî doh wiha bang kir: “Ez bang li dewleta Elmanyayê dikim, êdî hevkariyê bi dewleta Tirk re nekin. Em dixwazin Elmanya li dijî tecrîdê hewl bide.”

Parlamenter û şaredarên berê, endamên meclîsa partiyê, rêveberên bajaran ên HDP’ê yên li sirgûnê, hunermend û akademîsyenan ji bo balê bikşînin ser grevên birçîbûnê li Berlînê, çalakiya nobetê sêşemê dabû destpêkirin, ev çalakî jî îro wê saet 17´an li Bradenburger Torê bi dawî bibe.

Tecrîd bi çalakiyan hat rûreşkirin

Li ser banga Platforma Piştevaniya bi Grevên Birçîbûnê re li bajarê Swîsreyê Zurichê li meydana Rathausê, tecrîdkirina Ocalan hate protestokirin û piştgiriya grevên birçîbûnê hate kirin. Di çalakiyê de belavok hat xwendin û belavkirin.

Li ser banga Meclîsa Jinan a Mizgîn li bajarê Swîsre Baselê jî li Bahnhofplatza li pêşiya stasyona trenê ya li navenda bajêr, bi pankarta ‘Li dijî tecrîdê aktivîstên Kurd di greva bêdawî û nedorveger de ne’ û hildana wêneyên berxwedêrên grevan û şehîdên ji bo tecrîdê canê xwe bexşandine, çalakiyek hat kirin. Atolyeya TEV-ÇAND´ê ya Bernê şanoya li ser grevên birçîbûnê nîşan da.

Li paytext Swîsreyê Bermê jî Li aliyê din Jinên Femînîst ên Înternasyonalîst di çarçoveya kampanyaya ‘Ji bo 7 hezar girtiyan, 7 hezar pankart’ ketin sinifên Zanîngeha Bernê û li ser texteyan nivîsên li ser grevan û tecrîdê nivîsîn.

Li bajarê Swîsreyê Delemontê jî li ser banga Platforma Piştevaniya bi Grevên Birçîbûnê re li stasyona trenê ya li navendê bi girtina devê xwe çalakgeran CPT û saziyên navneteweyî protesto kir. Li bajarê Aaruayê jî bi çalakiyekê tecrîd hate protstokirin.

Li Fransayê Kurdistanî li dijî tecrîdê li meydanan bûn

Li banliyoya Parîsê, Villieres le Bel, Kurdistanî bi armanca destekdayîna berxwedêrên di grevan de bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Villieres le Belê li Gara Trenê ya Villiers-le Belê meşek kir. Di meşê de posterên Ocalan, alên PKK, KCK, YPG´ê hatin hildan û dirûşmên ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’ hatin gotin.

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Fransayê Bordeauxê jî li navenda bajêr meşek li dar xist û tecrîd protesto kir. Çalakgeran xwest daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bê qebûlkirin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN