HPG’ê du gerîlayên ji ber êrişên balafirên şer ên Tirk şehîd bûn bi bîr anîn û destnîşan kir ku ew ê têkoşîna wan bi ser bixe.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê got, “Di daxuyaniya xwe ya 14’ê Mijdarê de me ragihandibû ku di 9’ê Mijdarê de ji ber êrişa hewayî ya balafirên şer ên artêşa TC a dagirker li qada Hesena ya herêma Çiyayê Cûdî ya Şirnexê du hevalên me şehîd bûne. Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd de wiha ne:
Serhildan Botan (Ahmet Ayaz) ê li Şirnexê ji dayik bûyî; û Xwînrej Cizîr (Kenan Vurgun) ê li Şirnexê ji dayik bûyî.”
HPG´ê ji bo herdu gerîlayên şehîd jî got, “Hevrêyên me timî di nava têkoşînê de bûn û li qada Cûdî li dijî dijmin li refên herî pêş bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Serhildan û Xwînrej bila serê tevahiya gelê Kurdistanê yê welaparêz sax be û em soz didin ku em ê têkoşîna wan bi ser bixin.”
ANF/BEHDÎNAN