Erd û milkên welatiyên Êzîdî yên gundê Kelhoka navçeya Qubînê hatine desteserkirin. Ew dibêjin, ew dixwazin vegerin gundê xwe.

Ev welatiyên hanê yên Êzîdî yên ji gundê Kelhoka Qûbinê ya ser bi Êlihê, diyar dikin ku malbatekê bi darê zorê dest danîye ser erd û milkên wan. Welatiyên Êzîdî ji bo erd û milkên xwe li xwe vegerînin, ji Ewrûpa dîsa hatin Êlihê. Wan li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Devran Yildiz, li ser navê welatiyên ji gundê Kelhokê jî Nedîm Erkîş beşdarî civînê bûn.

Bêhiqûqî êdî bes e

Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Devran Yildiz di civînê de got, ev 40-50 sal in Êzîdî neçar man welatê xwe biterikînin û di erefeya Roja Penaberan a Cihanê de astengiya li pêş vegera Êzîdiyan nayê qebûlkirin. Yildiz anî ziman ku li gel welatiyên Êzîdî di doza erd û milkên xwe de bi ser ketin jî, erda wan hê jî li wan nehatiya vegerandin û got, “Li dijî dagirkirinê 12 caran me serî li dozgeriyê da û gilî kir. Bi qeymeqam û fermandarê qereqolê re me hevdîtin kirin, lê ji bo hiqûq pêk were heta niha ti gava erênî nehatiye avêtin.”

Yildiz xwest, 10 hezar donim erdên welatiyên Êzîdî demildest li wan bê vegerandin, da ku pêşî li vegera welatiyên Êzîdî vebe û bêhiqûqî bi dawî bibe.

Gundê me bidin me

Ji Êzîdiyên Kelhokê Nedîm Erkîş jî bi bîr xist ku ev 7 sal in ew di warê hiqûqî de li ber  didin û got: “Em wek şêniyên gundê Kelkokê dixwazin vegerin gundê xwe û li ser axa xwe bijîn. Dema em vegerin gundê xwe, em dixwazin ji bo Batmanê jî veberhênanê bikin. Bila êdî hiqûq bi cih bê û em jî vegerin ser axa xwe.”

Welatiyên Kelhokê sala 1992’yan koçberî Ewrûpayê bûn. Sala 2012’an, dema Êzîdî vegeriyan gundê xwe, van her du malbatan gundê Êzîdiyan li wan venegerandin. Li ser vê yekê Êzîdiyan sala 2012’an miracaetî dadgehê kir û ew bi ser ketin. Tevî vê jî gund li wan hîna jî nehatiye vegerandin.

 

MA / ÊLIH