
32. salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmeke leşkerî ya bi heybet hat pîrozkirin. Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan li vir axivî û got, “Li Kurdistanê pêşî li qirkirinê hat girtin, niha dor hatiye rizgarî û azadiyê.”
Bi rasthatina 32. salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li Herêmên Parastinê yên Medyayê merasîmeke leşkerî ya bi heybet hat lidarxistin. Bi sedan gerîla û Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan, Delal Amed, Gulîstan Gulhat, Îrfan Amed, endamê Fermandariya Akademiyên Apollo Ozgur Gabar û nûnerên MLKP’ê beşdarî merasîmê bûn.
Mûrat Karayilan ji gerîlayan re axivî û guherînên ku Pêngava 15’ê Tebaxê li Kurdistanê rê li ber wan vekir û bûyerên dawî nirxandin.
Destaneke lehengiyê...
Karayilan piştî pîrozkirina 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd û gerîlayan, got, “Pêngava 15’ê Tebaxê destana lehengiyê ye. Ev destan bi xwîna şehîdên me yên leheng hatiye nivîsandin. Di vê roja dîrokî de, di şexsê fermandarê mezin hevrê Egîd (Mahsûm Korkmaz) de em hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bibîr tînin û dilsoziya xwe ya bi bîranîna wan re dubare dikin.”
Ewlekariya Rêber Apo ewlekariya Tirkiyeyê ye
Karayilan hewldana darbeyê ya 15´ê Tîrmehê weke şerê hêzên desthilatdar ên li Tirkiyeyê bi nav kir û wiha axivî: “Hewldana darbeyê çêbû. Hevdu kuştin, li hev xistin. Di van rojan de li Îmraliyê çi çêbû ne xuya ye. Niha metirsiyeke mezin heye, der heqê ewlekariya Rêber Apo de. Em li vir weke Navenda Hêzên Parastina Kurdistanê dixwazin vî tiştî bibêjin: Eger îro ewlekariya Rêber Apo di xeterê de ye, ev tê wê wateyê ku ewlekariya hemû serokên li Tirkiyeyê di xeterê de ye. Ewlekariya Rêber Apo di heman demê de ewlekariya Tirkiyeyê ye. Her kes divê vê rastiyê baş zanibe. Tevahî hêzên parastina Kurdistanê fedayiyên Rêber Apo ne.” Karayilan xwest derhal heyetek biçe Îmraliyê û Erdogan jî hişyar kir da ku bi sînor û hedê xwe zanibe.
Dora serketinê ye
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Murat Karayilan îşaret pê kir ku ku gerîlayên azadiya Kurdistanê îsbat kirine ku têk naçin û weha dewam kir: “Dema ewlekariya Kurdistanê û gelê herêmê ket xeteriyê, mudaxele kir. Di destwerdana li Şengalê de, di berxwedana li Mexmûr-Kerkûkê de, di şerê li Kobanê de cîhanê tevî ev rastî dît. Herî dawî di şerê li bajarên Bakurê Kurdistanê, li Sûr, Cizîr, Hezex, Nisêbîn, Şirnex, Geverê de ev rastî raxist pêş çavan. Îspat bû ku ti hêz nikare gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê têk bibe. Eşkere ye eger bi temamî gel û gerîla bibe yek, wê ti kes nikaribe li ber bisekine. Gerîlayên azadiya Kurdistanê, bi vê asta xwe ve di rêya azadiyê de dimeşe. Heta niha îspat kir ku têk naçe; niha dor hatiye serketinê. Li Kurdistanê pêşî li qirkirinê hat girtin; dor hatiye rizgarî û azadiyê. Gerîlayên azadiya Kurdistanê di vê çarçoveyê de dikeve sala 33’an.”
Ji bo serketinê yekîtiya neteweyî
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Murat Karayilan aliyên siyasiyên Kurd jî hişyar kirin da ku pişta xwe bi ti awayî nedin “neyaran” û weha îşaret bi girîngiya yekîtiya neteweyî kir: “Li hemberî van dijminan em ê heta dawiyê şer bikin. Û em ê vî şerî êdî bi ser bixînin. Mecala vê hatiye, dema vê hatiye. Bi ruhê êrişa 15’ê Tebaxê, em careke din Cejna Vejînê li tevahiya gelê xwe û li we tevahiya hevalan pîroz dikin. Û em dibêjin ‘bijî ruhê 1’ê Tebaxê, bijî bijî Serok Apo’.”
Piştî merasîma leşkerî, çalakiyeke çandê hat lidarxistin û hozan Diyar jî ji gerîlayên azadiya Kurdistanê re stranên xwe pêşkêş kirin.
BEHDÎNAN
Rêxistinên civaka Êzîdî 15’ê Tebaxê pîroz kir
Sazî û rêxistinên civaka Êzîdî Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiyan (NAV-YÊK), Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJÊ) û Platforma Hunermendên Kurdên Êzîdî (PHKÊ) 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê pîroz kirin.
Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiyan (NAV-YÊK) û Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJÊ), bi daxuyaniyeke hevpar 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê pîroz kir.
Di daxuyaniyê de cejna vejînê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hêzên Parastina Gel, gelê Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn, civaka Êzîdî û tevahiya mirovahiyê hat pîrozkirin.
NAV-YEK û SMJÊ îşaret bi hewldanên dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê tesfiyekirinê û wiha dewam kir: “Lê em di wê baweriyê dene bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd û tevgêra azadiyê û berxwedana gelê Kurd wê hemû lîstikên dijmin pûç bibin. Bersiva tevgera azadiyê û ya gelê Kurd bilindkirina têkoşîna demokrasî û azadiyê ye.”
Daxuyanî bi vî rengî qediya: “Em siyaseta AKP´ê li dijî gelê Kurd û tecrîdkirina Rêber Apo bi tundî şermezar dikin û berxwedana bêhempa ya gelê xwe û ya Hêzên Parastina Gel li dijî hêzên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê, silav dikin û rizgarkirina Minbicê piroz dikin.”
Platforma Hunermendên Kurdên Êzîdî (PHKÊ) jî bi daxuyaniyekê, Pêngava 15’ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tevahiya gelê Kurd, hevrê û dostan pîroz kir û rizgarkirina Minbicê jî silav kir.
NAVENDA NÛÇEYAN