Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji nîvsedsalê zêdetir e têkoşîna Kurdan di her pêngavê de lehengiyek derxistiye û xwe gihandiye îro. Her şehadetekê, tarîtiyeke koletiyê çirandiye û mesafeya di navbera gelê me û azadiyê de kêmtir kiriye. Keç û xortên Kurd ên neqane, di vê riyê de qet neketine dudiliyeke, ji bo doza gelê xwe canê xwe feda kirine, ketine nava avakarên rojên azad û hê jî vê yekê didomînin.”
KJB’ê, destnîşan kir ku zarokên Kurd jî her roj bi awayekî, nisîvê xwe ji êrîşên dewleta tirk digirin û wiha pê de çû: “Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên zarokên Kurd pêk bînin û bi peyamên ku li pey xwe hiştine ve dilsoz bin. Lê her wekî ku Rêbertiya me jî gotibû, em çalakiyên xweşewitandinê taswîp nakin, di şûna wê de em bang li wan dikin ku berê xwe bidin çiyayên azad û beşdarî têkoşînê bibin.”
KJB’ê, êrîşên nijadperest ên di demên dawî de bi sorkirina Serokwezîr ji nû ve destpê kirin jî, şermezar kir û wiha berdewam kir: “Dîsa em hewldana lînckirinê ya dewleta tirk ku di rojên dawîn de bi awayekî giştî li dijî gelê Kurd daye destpêkirin, şermezar dikin. Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî van êrîşan, ji her demê bêhtir xwedî li têkoşîna xwe derkevin û biparêzin.”
ANF/BEHDÎNAN