Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezai Temellî bal kişand ser çalakiyên gireva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê û got, “Ji bo li hepsan kes jiyana xwe ji dest nede divê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe.”

Temellî, têkildarî hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31’ê Adarê jî axivî û got: “Em dê tecrîdê bişkînin û şer rawestînin. Em dê bajarên xwe bi xwe birêve bibin.”

Sezaî Temellî, pêr li Amedê beşdarî civîna danasîna namzetên Hevşaredariyan ên HDP’ê bû. Temellî, li ser hewldanên ji bo yekîtiya partiyên Kurdan û neteweya Kurd, çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Ocalan û hilbijartinên rêveberiyên herêmî axivî.

Temellî bal kişand ser hewldanên dewletê yên sextekariyan û got, “Hikûmetê YSK, walî, qeymeqam polîs, cendirme û hemû hêzên dewletê tevlî lîstikên hilbijartinê kirine û kampanya hilbijartinê dimeşîne. Dixwaze dîsa bi fen û fûtan di hilbijartinan de bi ser keve. Di malekê de qeyda 800 hilbijêrî me tespît kir. Nêzi 56 hezar kesên bi vî rengî hatin tespîtkirin. Çavê wan lê ye bi hîleyan şaredariyan ji destê me derxin. Em ê di 31’ê Adarê de li deng û sindoqên xwe xwedî derkevin. Em û gelê me dê li vîna xwe xwedî derkevin. Divê gel bi xwe ewlehiya sindoqan bistîne.

AKP bêçare ye Qeyûmê Amedê dîsa wekî namzetê şaredariyê nîşan da. Ev nîşan dide ku AKP li herêmê xelas bûye. Gel dê dîsa li şaredariyên xwe û rêveriyên herêmî xwedî derkeve. Em ê tecrîdê bişkînin û şer bi dawî bikin. Em ê bajarên xwe bi xwe bi rê ve bibin.”

Em ê tecrîdê bişkînin 

Temellî, bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got, “Divê li dijî tecrîdê tekoşîna hevpar û topyekun bi pêş keve. Birêz Leyla Guven ev îro 79 (îro 80) roj in di grevê de ye. Li Girtîgehên Tirkiye zêdeyî 200 girtî 41 (îro 42) roj in di grevê de ne. Ji bo tecrîd bi dawî bibe gelek girtiyên din dikevin grevê. Divê tecrîd bi temamî rabe. Malbat, parêzer û heyet karibin bi rêkûpêk hevdîtinan bikin. Tecrîd didome. Ji bo tecrid bi dawi bibe divê em tekoşîna siyaseta demokratîk bi pêş bixin û xurt bikin. Divê şert û mercên tecrîda Birêz Ocalan bi dawi bibin. Em bang li Konseya Ewrûpa, CPT û hemû hêzên navneteweyî dikin ku li dijî tecrîdê gavan bavêjin û têkevin nava hewldanan. Îqtîdara Tirkiyeyê hebûna xwe li ser tecrîd û şer daye avakirin. Li ser dijminantiya Kurdan bi pêş dixe. Lê em dibêjin pêşeroja Tirkiye di bipêşxistina demokrasî, parastina mafên mirovan, aştî û azadiya mafan de ye.”

Vîna gel esas e 

Temellî, bal kişand ser polîtikayên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Ne DYE, ne Rûsya û ne jî Tirkiye nikarin bêyî vîna hêzên herêmî yên Rojava û Sûriye pirsgirêkê çareser bikin. Ew bi çavê bazarê li Tirkiye dinihêrin. Çareserî esasgirtina vîna gelê Sûriye ye. Divê gelên Sûriyê pêşeroja xwe diyar bikin û der barê paşeroja xwe de bi xwe biryara xwe bidin. Lê niha di van hevditinên navneteweyî de vîn û biryara gelên Sûriye tine ye.

Ji bo Sûriye herêmên bi ewle, divê hurmetê nîşanî vîna gel bidin û gel vê biryarê bide.”

 

MA / AMED