Salvegera 16’an a damezrandina PYD’ê li gelek bajarên Ewrûpayê bi şahiyan tê pîrozkirin. Li paytexta Elmanyayê Berlînê, li bajarê Elmanyayê Stuttgartê bi van şahiyan YPG/YPJ jî hatin hatin silavkirin û banga yekîtiyê hate kirin.

Ji rêveberên Meclîsa PYD’ê ya Berlînê Deham Ibrahîm di şahiya Berlînê axivî  de û banga yekîtiyê kir. Hevserokê Meclîsa PYD’ê ya Berlînê Silêman Hajî jî got, “Em minetdarên YPG û YPJ’ê ne. Rêxistineke terorê ku karîbû li navenda Berlînê 12 mirovan bi hovîtî qetil bike ji holê hate rakirin û mirovahî jê hate rizgarkirin.”

Bi heman armancê li Stuttgartê jî çalakiyeke pîrozbahiyê hebû. Nûnerê PYD´ê yê Stuttgartê Abdîn Reşîd di pîrozbahiyê de got, Şehîd rêya wan ronî dikin, û soza dilsoziya bi wan re da. Nûnera PYD´ê yê Ewrûpayê Zozan Rojava jî got, PYD partiya şehîdan e û wiha peyivî, “Îro li Rojava êrişên faşîzma AKP/MHP´ê hene. Lê bila Erdogan û dinya bi vê zanibin, bi tevahiya êrişên xwe û sîlehên xwe jî, hûnê nikaribin me biçewisênin, û hûnê ya xwe nebin serî. Em ê her xwe biparêzin û her hebin.”

Piştre nûnerên Partiya Yekîtîya Kurd a Suriyê û Gorranê jî peyivîn û wan jî peyama yekîtî û piştgiriyê da.

 

BERLÎN/STUTTGART