w Di her du rojên dawî ya Festivala Filmên Kurdî ya Hambûrgê ya 10´an de 4 belgefilm û du kurtefilm hatin nîşandan. Filma li ser Êzîdiyan ‘Em Êzîdî ne’ û filma li ser Tevgera Jinên Kurd a bi navê ‘Xwebûn’ê gelek bal birin ser xwe.

MEHMET ZAHÎT EKÎNCÎ // HAMBURG

Festîvala Filmên Kurdî ya Hamburgê ya 10´an îsal bi rê ve çû û bi temamî pirraniya wan ji çar parçeyên Kurdistanê 37 film hatin nîşandan. Di çarçoveya festîvalê de di her du rojên dawî de filma li ser Êzîdiyan a bi navê “Em Êzîdî ne“, belgefilma Xwebûn, kurtefilma “Biryareke Zor“, kurtefilma “Pisîka Min“, belgefilma Berfîn û ya Dayika Emel hatin nîşandan.

Belgefilma “Em Êzîdî ne” ya 35 deqîqeyî ji aliyê PENa Navneteweyî ve weke projeyekê hatibû amadekirin. Derhênerê wê jî Şêxmûs Sefer e. Belgefilm di rastiyê de dibe deng û ahenga Êzîdiyan bi xwe. Ew bi xwe di filmê de behsa xwe dikin.

Dîmenên filmê pirranî li Lalişa Nûranî ya li Şêxanê hatine girtin. Berfîna ku DAIŞ´ê ew revandî gava dest bi axaftinê dike, hingê naveroka filmê jî ber bi aliyekî din ve diçe.

Filma Xwebûn sala 2016´an hatiye çêkirin. Film diyarî Sara Dorşîn (Sara Handelsmann) hatiye kirin ku Nîsana 2019´an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû. Sara Dorşîn bi xwe di çêkirina filma Xwebûn de cihê xwe girtibû. Xwebûn weke belge film berê xwe dide bajarê Amedê û xebatên jinan ên li vî bajarî. Belgefilm hem behsa xebatên jinan ên li Amedê dike û behsa xwebûna wan dike û hem jî êrişên dewleta Tirk ên qirker ên li Sûrê belge dike.

Biryareke Zor a derhêner Ender Ozkahraman behsa jineke ciwan a bi navê Eylem dike ku li navçeyekê beran çêdike. Ew divê biryarekê bide yan bêvila xwe ya ku li gorî wê mezin e wê bide emeliyatkirin yan jî alîkariya şervanên azadiyê bike ku yek ji wan jî birayê wê ye.

Filma dawiyê jî ya derhênerê ji Rojhilatê Kurdistanê Îmad Mahmadanî bû û navê kurtefilmê jî Pisîka Min bû. Filma 15 deqîqeyî behsa ciwanekî di kirê de dike. Ev ciwan hew dikare kiriye xwe bide û pêşniyazî kirêderê xwe dike da ku li çûna kirê rahêje pisîka wî. Lê pisîk ji kirêder direve, tê cem xwediyê xwe û dilsoziya xwe nîşan dide.

Ev her çar filmên hanê şeva beriya bi dawîbûna festîvalê hatin nîşandan. Filma Berfîn a derhêner Ozlem Arzeba û filma Dayika Emel a derhêner Kazim Kizil hatin nîşandan.

Şûna birînê û şûna jiyanê

Di çarçoveya Festîvala Filman a Hamburgê ya 10´an de mêvana rûmetê dayika Ali Îhsan Korkmaz, Emel Korkmaz bû. Ali Îhsan Korkmaz di dema raperîna Geziyê ya li Stenbolê de ji aliyê polîsên Tirk ve hatibû qetilkirin. Di panela ATIK´ê organîzekirî de wê behsa jiyana kurê xwe kir. Navê panelê jî “Ji şûna birînê ber bi şûna jiyanê ve” bû. Dayik Emelê got, “Kurê min doza dinyayekê dikir ku her kes lê weke mirovan karibe bijî. Tiştên kolektîf ew bextewer dikirin.”

Wî got, wê bi alîkariya parêzeran karê xwe bigihîne dîmenên qetilkirina kurê xwe, ew dozê dişopîne, lê dewlet kujeran diparêze. Wê diyar kir ku doz niha li ber Dadgeha Destûrê ya dewleta Tirk e, lê ti hêviyên wê ji wir jî nînin. Wê wekî din got, ew ê dozê bibin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê.

Kazim Kizil jî derhênerê belgefilma li ser Emelê ye; wî jî got, “Emel jineke pirr xurt e û li şûna em wê haş bikin, timî wê em haş kirin.”