Leyla Guven: “Min bi xwe biryar da ku çalakiyê bikim. Ez bi xwe li ser fikirîm û bi vî rengî min dest bi grevê kir. Hîn jî ji aliyê ruhî ve xwe baş dibînim. Bedena min tehdeyê li min bike jî mejiyê min moralê dide min.”

Grevên birçîbûnê yên li dijî şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Çalakiya Leyla Guven îro di roja xwe ya 115´an de, ya Nasir Yagiz jî di roja 102´an de ye. Roj bi roj siheta çalakgeran xerabtir dibe. Doh şandeyek ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) tevî Fedîle Tok çûn serdana Nasir Yagiz. Her wiha jinên li Stenbolê jî ji bo Leyla Guven hatin cem hev û li wir peyama Leyla Guven xwend.

Guven: Mejiyê min moralê dide min

Çend rêxistinên jinan ên li Stenbolê ji bo Leyla Guven bi şiyara “Piştgiriya bi Leyla re, bibin dengê wê” li hev civiyan. Guven peyamek şand ji civînê re û got: “Bedena min tehdeyê li min bike jî mejiyê min moralê dide min. Em nêzî serketinê ne.”

Jinnan îmzeyên ku ji bo Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven kom kirin, li oteleke li Taksîm a Stenbolê bi civîneke çapemeniyê ragihandin. Di destpêka civînê de peyama Leyla Guven a ji bo jinan hate xwendin.

Guven got, “Merheba ji we re jinên hêja, em di hefteya 8’ê Adarê de ne. 8’ê Adarê roja berxwedanê li jinan hemûyan û li we pîroz dikim. Ez pê bawerim ku her roja nû, her 8’ê Adareke nû wê bibin mizgîniya rojên azad. Di 8’ê Adarê de em ê daxwazên civakê li qadan bînin ziman. Em ê her roj berxwedanê mezin bikin û maf û hiqûqa jinan a li nava civakê derxînin asta herî bilind. Em ji vê yekê qet gumanan nakin. Rewşa bi sedan hevalên me yên li girtîgehan jî wiha ye. Di tevahiya dîrokê de ji bo xurtbûna demokrasî û azadiyê, ji bo jin karibin bigihêjin cihê ku mafê wê ye gelek çalakî bi pêşengiya jinan hatin lidarxistin. Ez serbilind im ku pêşengiyê ji çalakiyeke wiha re dikim. Gelek nasnameyên min hene, ku min gelek ji wan bi xwe hilnebijart. Di gelek mijaran de min bi xwe biryar neda. Biryarên li ser jiyana min ne di destê min de bûn. Lê min bi xwe biryar da ku bibim femînîst. Min bi xwe biryar da ku çalakiyê bikim. Ez bi xwe li ser fikirîm û bi vî rengî min dest bi grevê kir. Hîn jî ji aliyê ruhî ve xwe baş dibînim. Bedena min tehdeyê li min bike jî mejiyê min moralê dide min. Min biryara xwe bi xwe da. Gelekî hêja ye ku hûn li hev kom bûne. Têkoşîna jinan gelekî watedar e. Jinên ku tên serdana min hîn bêhtir coş û kelecanê didin min. Ji ber vê yekê em dibêjin, eger jinek bi tenê şîdetê dibîne hingî jin hemû şîdetê dibînin. Dil û canên li hev kombûne hemûyan silav dikim. Em gelekî nêzî serketinê ne. Heval û hevrêyên hêja, ji ber vê yekê xwe bi şens dibînim. Bi hêvî me ku di 8’ê Adarê yên dema bê de em ê bi hev re bin. Ji bo min cihê kêfxweşiyê ye ku heval û hevrêyên we me. Di nava xêr û xweşiyê de bimînin.”

Piştî peyama Guven, daxuyaniya hevpar a 525 jin û rêxistinên jinan ji aliyê nivîskar Ayşegul Devecîoglû ve hate xwendin.

Ez bi were vê dîlanê digerînim

Şandeyek ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî, bi armanca piştgiridayîna greva birçîbûnê ya li Hewlêrê û tevî Fadîle Tok ku bi xwe jî 42 roj in di greva birçîbûnê de ye, çû serdana Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê.

Leyla Guven jî bi rêya înternetê ji Fedîle Tok û Nasir Yagiz re peyivî û ji wan re got: “Di kesayeta Fedîle tok û Nasir Yagiz de ez silav li tevahî çalakgeran dikim. Baweriya me pir xurte û emê 8’ê Adar û 21’ê Adarê bi çoşek mezin pêşwazî bikin û em ê Rêber Apo azad bikîn. Berxwedan jiyan e.”

Fedîle Tok jî got: “Di kesayeta dayika Nasir de 8’ê Adarê li tevahî jinên Kurd û Rêber Apo piroz dikim.” Endamê Meclîsa HDP’ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz ji wiha axivî “Ez pir kêfxweş im ku ez bi were vê dîlanê digerînim û bi were rêhevaltiyê dikim. Em vê biharê bikin bihara azadiya Rêber Apo.”

Li Silêmanî koma 40´î

Çalakiya greva birçîbûnê ya Silêmaniyê jî di roja 78’an de ye. Çalakî bi koma 40’î dewam dike. Çalakvan her yek ji parçeyekî Kurdistanê ne û diyar dikin ku ew ê tecrîdê bişkînin.

Di 23’ê Sibatê de endezyarê bi navê Herêm Mehmûd ku xelkê navçeya Kelarê ye, li dijî tecrîdkirina Ocalan dest bi greva birçîbunê ya bêdawî û bedorveger kiribû. Û ew jî li Silêmaniyê ye.

 

NAVENDA NÛÇEYAN