
Faruk Bilgiç yek ji bi dehan çalakgerên Kurd e ku di êrîşa polîsan a li dijî çalakiya No Pasaran a li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê de birîndar bû. hem derbên çoyan xwarin û hem jî gazê tesîr lê kir.
Bilgiç ev bêhtirî bîst salan e ku li Elmanyayê dimîne û ji Dortmundê çûye beşdarî çalakiyê bûye. Bilgiç got, “Em li ser rêya meşê diçûn. Polîsan pêşî girtibû. Dema ku me xwest rêya xwe dewam bikin, bêyî ku hişyar bikin, polîsan êrîş kir. Ji bo dest werdin ji xwe wan amadekariyên xwe kiribûn. Ji sê aliyan ve gaz bedan girseyê. Bi wesaîta av bi şid av jî pijiqandin. Di destwerdana destpêkê de gelek kes birîndar bûn û ketin erdê. Paşê polîs gelek caran êrîş kir.”
Bilgiç got, piştî hevdîtinên di navbera Komîteya AMadekar û polîsan de berê girseyê dane destpêka meşê û wiha peyivî: “Dema ku me berê xwe da wî aliyî û em meşiyan, pêşî jî girtîbû, me got, qey korîdorek vekirine, em meşiyan, bi pêş ve meşiyana me re êrîşa bi ço û gazê pêk hat. Bi çoyan li rû, mil û lingan xistin. Yê min jî derb li lingên min dan.”
Nûçegihanên rojnameya me jî li cihê bûyerê Bilgiç dîtibûn û şahidî kiribûn ku bi zorê dimeşiya; ew axaftina xwe wiha dewam dike: “Ez bawer nakim ku hikûmeta Elmanyayê bi rastî dilsozê demokrasî û mafê mirovan be. Divê xelkê me hemû ku li Dusseldorfê di encama êrîşa polîsan de mexdûr bû, divê giliyê polîsan bike. Divê em bi hev re giliyê wan bikin.”
DORTMUND