Nasir Yagiz: “Ev bi îradeya xwe ya azad didim zanîn, heta ku tecrîdkirina Ocalan neşike û bi rêya we (CPT) em xeberekê ji wî wernegirin, ez ê çalakiya xwe veguherînim rojiya mirinê.”

EGÎD EREN / NAVENDA NÛÇEYAN

Nasir Yagiz li Hewlêrê ev 39 roj in, di greva biçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ye. Rewşa Yagiz êdî di qonaxa krîtîk de ye. Li aliyê din, roja ku li bajarê Fransayê Strasbourgê greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger dest pê kir, Îlhan Şîş jî li bajarê Welatê Galiyan Newportê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger kir. Her du çalakger jî dibêjin daxwazên wan şexsî nînin, û ew li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne.

Nasır Yagız sala 1992´yan li Êlih hatiye dinê. Ev 39 roj in li Hewlêrê ev 39 roj in bi tena serê xwe di greva biçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ye. Yagiz di qonaxeke krîtîk a sihetê de û nava rojê êdî vedirîşe jî. Lê dîsa jî moralê Yagiz bilind e û ew moralê dide kesên tên serdana wî jî. Yagiz wekî din dibêje, heger guh nedin daxwazên wan, ew difikire ku çalakiya xwe veguherîne rojiya mirinê. Hevalên Yagiz ên ku ji rewşa Yagiz fikaran dikin, xwest ku tavilê daxwazên wî bên bi cih anîn.

Batman’dan Hewler’e

Yagiz piştî 2014´an bû berdevkê Meclîsa Ciwanan a HDP´a Elihê. Sala 2016´an 7 mehan di hepsa Êlihê de ma, di 2017 û 2018´an de 5 caran hat destgîrkirin. Yagiz ji ber çalakiyên Mertalên Zindî û Berxwedana Xwerêveberiyan tê dadgehkirin. Jixwe ji ber vê yekê ew çû Başûrê Kurdistanê û weke endamê Meclîsa HDP´a Hewlêrê xebatên xwe dewam kirin.

Yagiz ji çalakgerên Mertalên Zindî bû ku sala 2015´an li navçeya Êlihê Qabilcewzê li hawîrdora Kelhesenê pêşiya operasyona eskerên Tirk li dijî gerîlayên Kurd girtin. Ev doza wî bi doza Berxwedana Xwerêveberinê re kirin yek û di parêznameya xwe de wî got, “Mafê herî xwezayî ye ku gel xwe bi rê ve bibe. Eb daxwazeke rast e û ez pişta wê digirim.”

Redkirina koletiyê wê bi ser keve

Yagiz ji bo çalakiyên greva birçîbûnê dibêje, “Ev rabûna serpiryan a wicdanî yek ji wan gavan e ku wê wê siyasetên tesfiyekirinê û yên tecrîdê yên van demên dawî pûç bikin. Ez ji dil bawer dikim, heger em bi ruhê seferberiyê li her derî rabin ser piyan, em ê muezem bi ser kevin. Ev vê çalakiyê weke redkirina koletiyê û ji bo azadiyê tercîhkirina mirineke bi rûmet dibînim.”

Yagiz bang li rêxistinên mafê mirovan jî kir û got, piştî daxuyaniya çapemeniyê ew ê nameyekê ji CPT´yê re bişîne. Di nameyê de ew ê bibêje: “Ji ber ku hûn xwedî li erkên xwe dernakevin, ez neçar mam bi rengê ku jiyana xwe bixim tehlûkeyê rahêjim înîsiyatîfê. Ev bi îradeya xwe ya azad didim zanîn, heta ku tecrîdkirina Ocalan neşike û bi rêya we em xeberekê ji wî wernegirin, ez ê çalakiya xwe veguherînim rojiya mirinê. Bir êz Ocalan li Rojhilata Navîn sedema şer û aştiyê ye. Ji ber wê ji bo gelan heyatî ye ku ji wî xeberek bê girtin. Ez bang li we dikim ku hûn van grevên birçîbûnê bêyî ku kesek bimire bi dawî bikin û xwedî li erkên xwe derkevin ew erkên ku bi nirxên gerdûnê yên mirovahiyê re li hev dikin.”

Divê Kurd tiştekî bikin

   

Îmam Şîş jî 32 salî ye. Sala 2005´an ew ji Elbistanê koçî Ingilîstanê dike û ji sala 2013’an ve jî li Welatê Galiyan dimîne. Malbata Şîş ji ber nasnameya xwe ya Elewî û Kurd rastî zextan hatibû. Birayê wî Mehmet Şîş (Rohat Nurhak) tevlî nav refên PKK´ê dibe û sala 2016´an şehîd dibe.

Îmam Şîş roja ku greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger li Strasbourgê dest pê kir, li bajarê Welatê Galiyan Newportê bi tena serê xwe dest bi greva biçîbûnê ya bêdem û nedorveger kir: “Helbet ez ji bo Rêbertiya me ketim greva biçîbûnê. Çalakiya li dijî tecrîdkirina Rêbertiyê bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir. Min jî wisa hîs kir ku divê tiştekî bikim. Rêber Apo ji nû ve bîreweriya Kurdbûnê û civakî bûna me da me. Min êrişa li dijî îradeya min a siyasî li dijî xwe qebûl kir. Ji ber vê jî bi piştgiriya bi çalakgerên li Strasbourgê, bi Leyla Guven, girtiyên PKK´yî û PJAK´î re bin jî biryara çalakiyê da.”

Ne tenê Tirkiye ye

Şîş got, “Di siyaseta Îmraliyê de tenê nîne. Hemû zehmetî bi berxwedanê li pey hatin hiştin. Em ji Rêbertiyê fêrî vê bûn. Em biryardar in. Berdêl çi dibe bila bibe, em ê dewam bikin. Ti rêyeke din li ber me nema. Divê em mal bi mal bigerin her kesî bi rêxistin bikin. Li hemû komele û meclîsan divê em vê bîreweriyê belav bikin.

Ez xemsariya çepgiran rûreş dikim. Heger em ji xwe re dibêjin înternasyonalîst, divê em pişta gelê Kurd bigirin. Beriya ku rewşa Leyla Guven xetertir bibe, divê em bikin ku daxwazên wê pêk werin. Divê CPT û DMME erkê xwe bi cih bînin û dawî li tecrîda li Îmraliyê bînin.”