Şevê din Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê li Ranyayê pêr bi şev meşeke meşaleyî li dar xist. Meşê li ber Mizgefta Mezin a Ranya bi marşa ‘Çerxa Şoreşê’ destpê kir û ciwan heya ber bi Baxê Giştî yê navçeyê meşiyan.
Li wir Ezîz Îbrahîm li ser navê Ciwanên Welatparêz got; “Wek tê zanîn, niha dewleta Tirk bajarên Bakurê Kurdistanê rûxandine. Li aliyê din jî bê navber Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran dike. Rejîma dewleta Tirk bi alîkariya PDK’ê leşkerên xwe anîne ser xaka Başûrê Kurdistanê. Em weke ciwanên siberoja vî welatî hebûna ti hêza biyanî li ser xaka Kurdistanê qebûl nakin. Ji bo wê em daxwaz ji gelê Kurd û bi taybetî ciwanên welatparêz dikin ku li hemberî vê dagirkeriya dewleta Tirk bêdeng nebin.”
Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû; “Em bang li hemû hizib û rêxistinan dikin li hemberî êrîş û bombebaranên dewleta Tirk ên ser xaka Kurdistanê bêdeng nebin. Bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li hemberî van êriş û binpêkirina sînorên xaka Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve cihê şermezariyê ye.”
ROJNEWS / RANYA