Di çarçoveya çalakiyên Fridays for Future de li bajarê Elmanyayê Darmstadtê wê înê (sibe) bi banga "Em hemû ji bo avhewayê û avhewa ji bo me hemûyan" çalakiyeke mezin bê li darxistin. Ji bilî gelek rêxistinên avhewayê yên eyaleta Hessenê û derdora wê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Darmstadtê jî ji organîzatorên vê çalakiyê ye. Organîzator li bendê ne ku 10 hezar kes beşdar bibin.
Çalakî wê bi sê meşên cihê saet 12´an dest pê bikin. Milek wê ji Ostbahnhofê, milek ji Hauptbahnhofê û milê dîtir jî wê ji Nordbahnhofê bimeşe. Li meydana Karolinenplatzê jî saet 14:30´î wê mîtîng pêk bê.
NCDK di banga xwe de dibêje, "Dinyaya sedsala 21´ê li ber xirbeyên rabihuriya xwe ye. Zêhniyeta pûte bi tiştekî nade ya kara azamî dinyaya me anî ber werbûna ji kendalê û mirovahî jî xist nav kaoseke ji şer, birçîbûn û qeyranên civakî."
NCDK bang li Kurdistaniyan dike beşdarî çalakiyê bibin û gotina Rêber Abdullah Ocalan bi bîr dixe: "Siyaseteke ku soza wê felata ji krîza heyî ye, bi tenê heger hawîrdorparêz be dikare bi sîstemeke civakî ya rast bi encam bibe."
DARMSTADT