Li paytexta Fransa Parîsê û li bajarên wê, Bordeaux û Marsîlyayê, li paytexta Awusturyayê Viyanayê ji bo piştgiriya çalakiyên grevên birçîbûnê, bi daxwaza dawîanîna li tecrîdkirina Rêeberê Gelê kurd Abdullah Ocalan çalakî bi rê ve çûn.

PARÎS: Kurdistanî û dostên wan ên li Parîsê ji bo balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku çalakiya wê di roja 76’an de, meş û mîtîng li dar xisitn.

Çalakî li ser banga Civaka Demokratîk a Kurd ya Fransa (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-E) li Meydana Republique pêk hat û nûnerên partî û rêxistinên Fransayê jî beşdar bûn.

Parlamenterê Partiya Komunîst a Fransa yê Ewrûpa, Patrick ve Hayric, Endamê Koordînasyona Tevgera Nebez û Partiya Çep, Danielle Simonnet, parlamenterê Partiya Çep Eric Cocrel axivîn û diyar kirin ku rewşa Leyla Guven gelekî kiritîk e û bang li Konseya Ewrûpa, CPT û hikûmeta Fransayê kirin da ku tavilê tişetekî bikin.

Girse piştre bi pankarta ‘Em hemû Leyal Guven in’, ‘Ji Ocalan re azadî’ meşiya. Li Meydana Chatelet meş veguherî mîtîngê. Hevserokê CDK-F´yê Vedat Bîngol û nûnera TJK-F Bêrîvan Firat li vir axivîn.

BORDEAUX: Li Bordeauxê jî Kurdistanî û dostên wan, ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser  Ocalan û pêkanîna daxwazên Leyla Guven meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Berxwedan jiyan e’, ‘Bijî Serok Apo’ hatin gotin.

MARSÎLYA: Li Marsîlyayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger tecrîdkirina Ocalan hate protestokirin. Di çalakiyê de peyama “Daxwazên Leyla Guven daxwazên me ne’ hat dayîn û berxwedana grevên birçîbûnê li Hewlêr, Strasbourg û li bajarên din hate silavkirin.

Girse li Meydana Canabiere civiyan û heta Meydana Vieux-Portê meşiya. Zêdetirî 2000 kesî beşdarî meşê bûn. Di çalakiyê de salvegera êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê jî hate şermezarkirin û dirûşmeyên ‘Kujer Erdogan’ , ‘Bijî berxwedana Leyla Guven’ hatin gotin. Li Mîtînga li Meydana Vieux-Portê siyasetvana Kurd Dîlek Ocalan a li Strasbourgê di greva birçîbûnê de ye, bi rêya telefonê axivî. Piştre siyasetvan Xebat Ocalan banga xwedîderketina li berxwedanê kir.

VIYANA: Li Viyanayê ji bo balkişandina ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven û grevên din, dezgeha agahdarkirinê hate danîn. NCDK´a Viyanayê dezgeh li Stephanplatzê danî. Wêneyên Ocalan û Guven li dezgehê hatin daliqandin û belavok hatin belavkirin.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN