Li seranserê dinyayê Kurdistanî û dostên wan li qederê 100 navendî êrişên qirkirinê rûreş kirin. Peyama sereke ew bû ku mirovahî wê li dijî DAIŞ û Erdogan bi ser keve.
Di çalakiyan de xelkê dilsoziya xwe ya bi têkoşîna gelê Kurd re nîşan da û dostan jî got, ew ê bi hemû derfetên xwe destekê bidim berxwedana Rojava ya li ser navê mirovatiyê.
Li gelek navendan, ev yekem car bû ku bi hezaran kes bi awayekî spontane beşdarî çalakiyan bû û bang li xelkê hat kirin xurttir beşdarî çalakiyên dawiya hefteyê yên li dijî dagirkeriyê bibin
Li seranserê dinyayê doh li qederê 100 navendî çalakiyên rûreşkirina êrişên dewleta Tirk ên bi armanca qirkirinên yên li dijî Rojava çalakî hebûn. Li her derî dilsozên dostaniya Kurdan û insanên wefadar tevî Kurdistaniyan daketin meydanan. peyama sereke ew bû ku dewleta Tirk DAIŞ bi xwe ye û divê dinya dawiyê li êrişa dewleta Tirk bîne.
KOLN: Li bajarê Elmanyayê Kolnê, pêr êvarê qederê 4 hezar kesî li ber dêra meizn a bajêr Doma Kolnê civiyan. Xelkê timî bi sloganan dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir. Hozan Şemdîn li vir Çerxa Şoreşê û marşên Kurdistanê gotin. Li ser navê tevgera Jinên Kurd axaftinek hat kirin. Piştre jî parlamentera eyaleta NRW´yê ya ji Partiya Keskan Bêrîvan Aymaz dagirkeriya dewleta Tirk rûreş kir. Pişre xelk heta bi meydana Rudolfplatzê meşiya.
BRAUNSCHWEIG: Li vbajarê Elmanyayê Braunschweigê li meydana Kohlmarktê êvarê Kurdistanî û dostên wan civiyan. Wan bi meşekê dagirkeriya dewleta Tirk û DAIŞ´ê ya li dijî Rojava şermezar kir. Polîsê Elman hewl da pêşiyê li Kurdistaniyan bigire da ku ranehêjin alayên YPG û YPJ´ê. Lê qederê 2 hezar çalakgerî bi israra xwe gav bi polîs bi paş ve da avêtin.
GIESSEN: Li bajarê Elmanyayê Giessenê jî Kurdistanî tevî dostên xwe yên Elman û ji miletên din pêr êvarê meşiyan. Qederê hezar kesî pêşî li meydana Berlinerplatzê civiyan. Li vir di axaftinên ser navê NCDK´a Giessenê de hat gotin armanca êrişê qirkirin e. Şaredara bajarê mezin Dietlind Grabe-Bolz a ji SPD´ê jî li vir bi axaftina xwe dagirkerî şermezar kir, xwest Tirkiye eskerên xwe vekişîne û hêvî kir ku hikûmeta federal jî bi heman rengî tevbigere. Piştre girseya qelebalix dest bi meşê kir û di nava bajêr re heta bi Kirchplatzê meşiya.
NURNBERG: Li Nurnbergê Kurdistanî û dostên wan di roja sisiyan de çalakiyên xwe dewam kirin. Girse li meydana Lorenzkirche civiya û ji wir jî meşiya. di dema meşê de timî sloganên Erdoganê Qatil, Bijî Berxwedana Rojava hatin gotin. Li meydana mîtîngê jî bang hat kirin da ku xelk beşdarî meşa îro li Plärrer a saet 14´an bibe.
HAMBURG: Li ber stasyona trênê ya navendî ya bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ên Elman û ji miletên din civiyan. Ew ji wir ber bi konsolosa Tirk a Hamburgê ve meşiyan. Li cihê civînê nûnerê KNK´ê Serhat Çetînkaya got, divê Kurdistanî û dostên wan bi ruhê seferberiyê meydanan dagirin. Parlamentera Partiya Çep a eyaleta Hamburgê Cansu Ozdemir jî got, Erdogan bê çik û guman faşîstek e, û xwest li dijî dagirkeriyî xelk bi xurtî beşdarî çalakiya îro bibe. Sloganan heta bi mirinê em dilsozên Rojava ne bal bire ser xwe. Çalakiya îro li bajêr saet 15´an li Stasyona Trênê ya Sternschanzeyê pêk tê.
VİYANA: Li paytexta Elmanyayê Viyanayê bi hezaran kes ber bi sefareta DYE´yê ve meşiyan. Wan êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk li dijî Rojava rûreş kirin û ji ber ku DYE´yê destûr da vê jî ew protesto kirin. Parlamentera Partiya Keskan Eva Dziedzic û Sekreterê yekîtiya Înîsiyatîfa Sendîkayan Gerhard Mack got, ew di têkoşîna gelê Kurd de li cem wî cihê xwe digirin.
BASEL: Li bajarê Swîsreyê Baselê pêr li bajarê Baselê li meydana Claraplatzê bi hezaran kes kom bûn û ji vir jî ber bi Barfusserplatzê ve meşiyan. Çalakgeran dagirkeriya dewleta tirk şermezar kir û timî sloganên Birjî Serok Apo, Erdoganê Qatil û erdogan û DAIŞ yek in, gotin. Di mîtîngê de jî hat gotin, divê her kes ji bo alîkariya Rojava seferber bibe.
LORIENT: Li bajarê Fransayê Lorientê Kurdistaniyan û dostên wan ên Fransaî û ji miletên din çalakiyeke protestokirina êrişên dewleta Tirk ên bi armanca qirkirinê kir. Li meydana li ber dikana Fnac, Kurdistaniyan pankarta li ser nivîsandî Doh Hitler îro Erdogan hilgirt. Di axaftinan de hat gotin,ev êrişeke iqrkirinê ye û ew ê li her waîr di şerê gelê Kurd ê ji bo mirovahiyê, li cem wî bin.
NAVENDA NÛÇEYAN