Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Suryanî Efram Ishaq got, çarenûsa civîna Astana wekî civînên danûstendinê yên beriya xwe ne.

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Suryan ku di heman demê de Cîgirê Hevserokatiya Kantona Cizîrê têkildarî danûstendinên ku dê li Astana bêne lidarxistin axivî.

Ishaq da zanîn ku welatên rêveberiya civînê dikin, ne cidî ne û got, “Civîna Astana weke civînên berê yên qaşo ji bo aloziya Sûriyê hatin lidarxistin. Ti encam ji civînan dê dernekeve, ji ber ku aliyên civînê birêve dibin, ne cidî ne. Lewma kesê ji bo aloziya Sûriyeyê li çareseriyekê digere, pêwîst e, hemû hêz û rêxistinên ku li ser erdê hazir in, beşdar bikin. Beşdarnebûna şandeyên Rêveberiya Xweser jî tê wateyê ku rêveberên Astana li çareseriyê nagerin, armanca wan ew e ku konferansên ragîhandinê li dar bixin.

‘Nûnertiya gelê me nakin’

Ishaq dibêje, çi civînên danûstendinê ku nûnerên hemû pêkhateyan lê ne beşdar bin, nûnertiya gelê Sûriyê nakin û wiha pêde diçe: ”Di nava QSD û MSDʹê de nûnerên hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê hene, ew jî ji bo civînê ne hatine vexwendin.ʺ

ʹGelê herêmê tê dûrxistinʹ

Ishaq her wiha destnîşan kir ku civîna Astana û hêzên rêveberiya wê dikin, nûnerên pêkhateyên herêmê ji civînê dûr dixin û wiha dewam kir: ʺHewl didin ku QSD`ê ji tiştekî nehesibînin. Lê QSD, wekî hêzeke leşkerî, di nava xwe de hemû pêkhateyan dihewîne.”

Ishaq bal kişand ser wê yekê ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide çeteyên xwe beşdarî Astana bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: ʺHêzên demokrat ên bi rastî li dij çeteyan şer dikin û gel diparêzin, hatine dûrxistin. QSD aktorekî sereke ye û divê di hemû danûstendinan de beşdar bibe.ʺʺ

ʹProjeyên me bi ser dikevinʹ

Efram Ishaq da xuyakirin ku projeya Rêveberiya Xweser baştirîn çareseriya demokratîk e û ev proje dikare aloziya Sûriyê çareser bike, û mafê hemû pêkhateyan misoger bike û got: ʺLi  gorî hemû rêgezên navneteweyî, projeya Federaliyê ya herî guncaw e. nasnameya me ya gelê herêmê hatibû paşguhkirin, mafên me yên çandî hatibû xwarin. Lê em di Sîstema Federal de, hêviyên gelê herêmê dibînin.”


 HÊLAN CELAL / KELSÛME ELÎ ANHA / GIRKÊ LEGÊ