Parlamenterê berê yê DEP'ê Hatîp Dîcle piştî 4 sal û 6 mehan ku pêr hat berdan, têkildarî girtin û serbestberdanan xwe li avahiya BDP'ê ya Amedê daxuyaniya çapemeniyê da. Parlamenterên HDP'ê yê Amedê Altan Tan û rêveberên BDP'ê jî tevli daxuyaniyê bûn. Dîcle, diyar kir ku ew hêza xwe ji mafbûn û gelê xwe digirin û wiha got: “Ne em wek Qarûn zengîn in, ne jî hêzeke me ya din heye. Li hember hemû zilmê em hêza xwe ji gel digirin. Em siyasetmedarên kurd ji destpêka avakirina komarê heya îro di qirkirinên siyasî re derbas dibin."


Bi ser neketin

Dicle wiha got: "Di salên 1990’î de bi cînayetên kiryarên wan ne diyar 17 hezar siyasetmedarên kurd qetil kirin. Ev jî operasyoneke qirkirina siyasî ya nû bû. Di yekê de bi dar ve dikirin, di ya din de jî li kolanan înfaz dikirin. Sal derbas bûn îcar di 2008’an de yên ku xwe wek demokratên pêşketî pênase dikirin û hevkarên wan yên koalisyonê bi hezaran kes avêtin girtîgehan. Di 1925’an de jî, di 1990’an de jî, di 2000’an de jî naverok bi heman rengî bû. Kuştin, îmha kirin û tefisandina pêşengên siyasî bû. Lê gelo encam girtin na xêr. Gelê kurd hezkiriyê azadiyê ye xwe her dem ji nû ve afirand. Îro li Rojhilata Navîn êdî gelê kurd gelê ku li ber çav tê girtin e. Yên ku bi serketine her dem mezlûm bûne, zalim tucar negihîştine meqseda xwe.”

'Neheqî li gel kirin'

Dîcle, anî ziman ku ji ber hevalên wî tev di girtîgehê de ne ew bi berdana xwe kêfxweş nebûye û axivî: “Ez hêvîdar im ew jî demek kin de dê bên berdan. Têkoşîna 30 salan e ya ku me aniye roja îro. Ji ber vê yekê em dikarin carek din Rojhilata Navîn ku mazûvanî ji her 3 olên mezin re kiriye bigin erdnîgariya aştiyê.” Dîcle hevalê xwe yê têkoşînê Orhan Dogan jî bi bîr anî û wiha dom kir: “Salvegera koça dawî ya birêz Orhan Dogan e îro. Ez wî bi rêzdarî bibîr tînim. Di şexsê wî de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bibîr tînim û riya wan dê riya me be.”
Dîcle pişt re pirsên rojnamegeran bersivand. Li ser pirsa helwesta li hember Oya Eronat, Dîcle wiha got: “Di 2011’yan de neheqî li gel hat kirin. Mudaxeleyî îradeya gel hat kirin. Ji roja ewil ve ez di wê baweriyê de me helwesta li hember birêz Oya min rast nedît. Lewra leystikek heye û hin hêzan ew leystik xistin meriyetê. Ez wisa dinirxînim.”

'Devê me zaf ji şîr şewitî'

Derbarê qanûna çorçeveyê de jî Dîcle wiha got: “Em vê yekê erênî dibînin. Lê ji ber devê me zaf ji şîr şewitiye ez bi îhtîyat diaxivim. Hêvîdar im hukûmet dest ji polîtîkayên xapandinê berde û em bi hev re Tirkiyeyê li ser esasên biratiyê bikin girava aramiyê. Ger muxatabên me jî rola xwe bileyizin qet ne be zarokên me dê li Kurdistaneke xweş, li Tirkiyeyeke di nava azadiyê de bi hev re bijîn.”

'Kurd wê bibin mînak'

Dîcle li ser yekîtiya kurdan û kongreya neteweyî jî rawestiya û wiha axaftina berdewam kir: “Gelê kurd kefenê ku bêyî îradeya wan ji wan re hatibû dirûtin li her 4 parçeyan qetandiye. Yekîtiya kurdan îro ji bo Rojhilata Navîn jî dê bibe mînak. Di navbera hêzên siyasî yên kurdan de dibe pirsgirêk hebin lê divê ev pirsgirêk bi riyên siyasî ne bi yên leşkerî werin çareser kirin. Îro em dikarin bi li darxistina kongreya neteweyî ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bibin mînak. Çawa Selahadînê Eyyubî li Rojhilata Navîn biratiyek tesîs kiriye, heman biratiyê li vê xaka pîroz em dikarin careke din tesîs bikin. Ji bo vê yekê hêza me Rêbertiya me û tecrubeya me ya siyasî jî heye.”

'Emê serok azad bikin'

Herî dawî hemwelatiyekî jî pirsa “Gelo Rêber Apo dê di Newroza 2015’yan de di nava me de be?” pirsî û wiha bersiv da: “Serok Apo tim vê yekê dibêje. Ez li vir ne girtî me azad im. Dilê min bi gelê min re diavêje. Ger min jî Birêz Ocalan şaş fêm nekiribe ew destpêkê dixwaze hemû girtîgeh vala bibin. Rêhevalên wî yên li serê çiyê têkevin nava siyaseta demokratîk û ji bo mafê gelê kurd tev bên naskirin makeqanûneke demokratîk were ava kirin. Ew dixwaze li Tirkiyeyeke bi vî rengî û li Kurdistaneke bi vî rengî derkeve. Di têkoşîna xwe de em çiqas bi biryar bin Serok Apo ewqas zû dê tevlî me bibe.”Axaftinên Dîcle bi çepikan bi dawî bû.

DIHA/AMED