Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres berê sazkirina Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê ragihandibû û gotibû ew ê li Cenevê bicivin. Li gorî vê wê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav de wê tunebe, tenê rejîma Sûriyeyê, muxalîfên girêdayî dewleta Tirk û hin saziyên sîvîl hebin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê doh li ser çêkirina vê komîteyê li Eyn Îsa daxuyanî da û got:”Biryarên komîteya destûra bingehîn me eleqedar nakin.”
Alozî wê kûrtir be
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, do têkildarî komîteya avakirina destûra bingehîn daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebd Hamid El-Mihbaş ve hate xwendin. Daxuyanî bi vî rengî bû: “Paşguhkirina Rêveberiya Xweser, tê wateya bê dadî û wekheviyê û li dijî biyara navdewletî (2254) ya ku dibêje pêwîst e pirsgirêka Sûriyê bi beşdariya hemû Sûriyan pêk were, lê tişta di komîteyê de bû berovajî bê yekê ye. Em ji niha ve dibêjin ku encam dê ne di xizmeta Sûriyeyiyan de be, dê her aloziyê kûrtir bike. Em wekî Rêveberiya Xweser û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), dibêjin ku çi hewldaneke derbarê aloziya Sûriyê û rewşa Sûriyê bibe, bêyî beşdariya vîna gelê me bi hemû pêkhateyên xwe, dê ji aliyê me ve neyê pejirandin, çi platformek an komîteyek ku me paşguh bike, em jî dê biryar û encamên wan paşguh bikin, her wiha em ê her têkoşîna ji bo armancên xwe dewam bikin, ew jî yekîtiya axa Sûriyê û gelê wê û çareseriya demokratîk û aramî ye, ta avakirina Sûriyeke demokratîk û Sûriyayek ji bo hemûyan.”
EYN ÎSA