Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê tên girtin, têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Li ser navê girtiyan Denîz Kaya diyar kir ku ew bi ti awayî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin qebûl nakin û ji gelê Kurd û hêzên demokratîk xwest ku li dijî tecrîda li ser Ocalan dakevin kolanan û deng û têkoşîna xwe bilind bikin. 

Kaya destnîşan kir ku di pêvajoyek bi vî rengî de li ser gelê Tirk, bindest, hêzên demokratîk û gelê Kurd ferz e ku yekîtiya demokratîk û tifaqa xwe xurt bikin û bi hevre li dijî polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê bibin yek. Kaya xwest hemû gelên demokratîk û bindest ên Tirkiyeyê destûr nedin biryarên Biryarnameyên xwedî Hukmê Qanûnî vîna wan diyar bike û serdestiyê li ser wan bike. Kaya wiha dewam kir: “Li ser navê operasyonên li dijî darbekaran li dijî tevgera azadiya Kurd û hêzên demokratîk êrîş pêk tên. Serdegirtin, binçavkirin û girtin hemû li dijî Kurdan û hêzên demokratîk pêş dikeve. Ji ber ku em bi ti awayî agahiyê ji Rêberê xwe nagirin, rêberê me di bin rîskê de ye. AKP berê êrîşan dide Rêberê me û xwe ji berpirsyarê paşve dikişîne. Pir eşkere ye ku hemû êrîşên li dijî Rêberê me pêş bikevin li dijî me û gelê me pêş dikevin. Em vê yekê wisa dizanin. Wekî tevgera gel û girtiyên PKK-PAJK’ê xala sereke û yekemîn azadiya Rêberê me ye. Xala yekemîn piştî 15’ê Tîrmehê Girava Îmraliyê ye. Xala duyemîn jî Komkujiya Dîlokê ye. Di pratîkan de tê dîtin ku bi destê hevkariya DAIŞ-AKP’ê ev komkujî pêk hatiye. Em girtiyên PKK û PAJK’ê komkujiyê şermezar û nalet dikin. Sersaxiyê ji malbatan re dixwazin.” 


Li kolanan têkoşînê bilind bikin

Kaya destnîşan kir ku wekî girtiyên PKK û PAJK’ê ji bo balê bikişin ser tenduristî û ewlehiya Ocalan wê çalakiyên xwe berdewam bikin û têkoşîna xwe bilind bikin. Kaya bilêv kir ku ew ê di hemû qadan de têkoşîna xwe bilind bikin û tu qadên têkoşînê vala nahêlin. Kaya, di serî de ji malbatên girtiyan û hemû gelê ku aştî, demokrasî û çareseriyê dixwaze xwest ku li dijî pêkanînên dijdemokratîk dengê xwe bilind bikin û li kolanan têkoşînê xwe belav bikin. 

Kaya, da zanîn ku ew ê li hemberî hemû êrîşan xwedî helwest û têkoşînek xurt bin û bang li hemû gelê Tirkiye, hêzên demokratîk û gelê Kurd kir ku di hemû qadên jiyanê de li kolanan dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe xurt bikin.”  


 NAVENDA NÛÇEYAN