
Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourgê tê lidarxistin, di hefteya 208´an de ye. Çalakî vê hefteyê ji aliyê komên ji bajarên Elmanyayê Ulm û Pforzheimê ve tê meşandin.
Nobeta ji Ocalan re Azadî, ya 25’ê Hezîrana 2012’an li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) destpê kir, roja 1453´yan li dû xwe hişt. Çalakî her hefte ji aliyê komek Kurdistaniyên ji bajarekî Ewrûpayê ve tê meşandin.
Ji ciwanên Rojavayî Cûma Bekîr, Îbrahîm û Mûhîttîn Osman ên ji bajarê Ulmê û Abdullah Mûtlû, Ahmed Atalay û Mazlûm Mûtlû yên ji bajarê Pforzheimê, roja Yekşemê çalakî dewr girtin.
Berdevkê komê Abdullah Mûtlû da xuyakirin ku divê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd timî nobet were girtin û got, “Em ji bo serokê xwe ne hefteyekê bi salan jî nobetê bigirin, kêm e.” Mûtlû bang li her kesê ji xwe re dibêje ‘Ez mirov im, ez demokrat im’ kir, ku tevlî çalakiyê bibin.
‘Ji bo Serokê xwe em çi bikin, hêja ye’
Ji çalakgeran Ahmed Atalay jî destnîşan kir ku li hemberî dîlgirtina 17 salan a rêberê gelekî, gelek tişt hene divê werin kirin û got, “Em ji bo Serokê xwe çi bikin hêja ye. Divê em bêhtir bikin.” Atalay da zanîn, ku gelê Kurd divê li her qadê çalakiyan li dar bixe û xwedî li Rêberê xwe derkeve.
Atalay ragihand ku heta ku Ocalan azad nebe gelê Kurd azad nabe û got, “Her kesê ji xwe re dibêje ‘ez demokrat im, ez alîgirê azadiyê me’ gelo di pratîkê de çiqasî xwedî li Serokê me derdikeve? Li gorî vî navê xwe, divê xwedî li azadiya Serok Apo derkevin.”
Ji Ulmê ciwanên Rojava
Ciwanên Rojavayî yên ji bajarê Ulmê, anîn ziman ku ti sînor wê nikaribe gelê Kurd ji hev qut bike. Ciwanan banga xwedîderketina li Ocalan kir û destnîşan kir ku gelê bi salan e ji bo azadiya Ocalan li ser piyan e, ji niha û pê ve divê vê daxawza xwe hîn bi xurtî bîne ziman.
STRASBOURG