Koç: Em bang li her kesî dikin ku di warê muşahidbûn û xwedîderketina li sindoqan de hestyar bin. Em ne ku tenê dengê xwe didin, em ji qatilên Sûr, Cizîr û Madimakê jî hesab dipirsin. Hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç li ser karê hilbijartinan ê li Ewrûpayê agahî da û diyar kir ku ew bi 8 hezar kesî kar dikin. Koç got, “Armanca me ew e ku ji 7’ê Hezîranê gelekî zêdetir dengan bigirin.” Koordînasyona HDP’ê ya Hilbijartinan ku 22’ê Nîsanê ava bû, li 26 welatên Ewrûpayê û ji Japonyayê heta Kanadayê ji bo hilbijartinan karekî berfireh dike. Endamê koordînasyona hilbijartinê, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) Yuksel Koç destnîşan kir ku bêyî cihêkariyê bikin, ew xwe digihînin hemû hilbijêran û got, “Bi moral û motîvasyoneke mezin em mal bi mal digerin û bi vî rengî karê hilbiljartinan dikin.” Koç destnîşan kir ku HDP wê li Ewrûpayê dengekî gelekî zêde wergire. Bi gelek komîsyonan hemwext Koç da xuyakirin ku di çarçoveya plansaziya lêpirsîn û qeydkirina hilbijêran de, qezençkirina hilbijêrên nû û birina ser sindoqan a hilbijêran de wan dest bi kar kiriye û li her welat, bajar û semtê wam komîsyon ava kirine. Koç destnîşan kir ku ew dixwazin biçin serdana hemû malan û bi hilbijêran re biaxivin. HDP gelekî balê dikişîne ser xwe Yuksel Koç diyar kir ku ew li 26 welatên Ewrûpayê, li Kanada, Emerîka, Japonya, Awusturalya û gelek navendên din ên cîhanê ji bo hilbijartinê kar dikin û got, “5 hezar û 300 kes di nava komîsyonên hilbijartinê de cih digirin. 2 hezar kes wê muşahît bin, 312 kes jî wê li ser sindoqan wezîfedar bin. Em niha 8 hezar kes ji bo HDP’ê karê hilbijartinan dikin. Li hemû bajar û semtan moral û motîvasyoneke xurt heye. Ev yek jî rê li ber kelecanekê vedike ku ji ya 7’ê Hezîranê jî xurtir e. Hemû Tirkiyeyî û Kurdistanî zanin bê hêza ku encama hilbijartinê biguherîne kî ye. Lewma HDP gelekî balê dikişîne.” Em dîktatoriyê hilweşînin Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç got, “Di nava şert û mercên asayî de rêjeya dengan a HDP’ê gelekî ji bendê zêdetir e. Lê belê AKP ji bo HDP’ê di binê bendê de bihêle çi jê tê dike. Erdogan, jixwe ferman da hêzên dewletê û Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) ji bo HDP’ê di bin bendê de bihêlin. Ji bo em vê daxwaza Erdogan di ber de bihêlin, gelekî girîng e ku HDP ji bendê debas bibe. Ji bo Tirkiye demokratîk bibe, azadî serdest bibe û dawî li dîktatoriyê bê anîn, ev yek bivênevê ye. Divê her hilbijêr bi vê bîr û baweriyê dengê xwe bide.” Dengê xwe bidin HDP û Demirtaş Yuksel Koç li ser hedefa xwe ya qeydiya hilbijêran li derveyî Tirkiyeyê wiha peyivî: “Hedefa me ew e ku em ji hilbijartinên 7´ê Hezîranê û 1´ê Mijdarê bêhtir dengan bi dest bixin. Ji vê dîktatoriya ku komkujiyên Sûr û Cizîrê kirin, li Efrîn û Rojava êrişî modela Kurd kirî, li Başûr dijminatiya Kurdan dike, dijminatiya akademîsyen û jinan dike, her kes nerehet û aciz e. Em hewl didin van derdoran hemûyan qayîl bikin û bang li wa dikin ku dengê xwe bidin HDP´ê. Ji ber vê yekê potansiyela dengên em wergirin gelekî bilind e. Weke Bloka Demokrasiyê divê em xebata xwe zêde bikin û xwe bi rêxistin bikin da ku mexdûrên Erdogan dengê xwe bidin HDP´ê û Demirtaş.” Koç bang li muşahîdan jî kir ku her bûyer û rewşê bi wan re par ve bikin û wiha peyivî: “Em bang li her kesî dikin ku di warê muşahidbûn û xwedîderketina li sindoqan de hestyar bin. Em ne ku tenê dengê xwe didin, em ji qatilên Sûr, Cizîr û Madimakê jî hesab dipirsin.”  NAVENDA NÛÇEYAN