Gelên herêmê destûra ku nûnertiya tevahî pêkhateyan nake, red dikin. Dixwazin di çêkirina destûra Sûriyê de tevahî etnîk û pêkhateyên Sûriyê amade bibin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komîteya destûrê red dike. Tevî wê jî hat aşkerekirin ku komîteya hatiye avakirin, ti çareseriyê ji Sûriyê re nayne. Di çarçoveya lihevkirina dewletên garantor ên Astanayê de ku rola wan a sereke wêrankirin û rewakirina dagirkirina Sûriyê ye, nexasim dewleta Tirk a ji sedî 10 ji xaka Sûriyê dagir kiriye, komîteya destûrê hat avakirin.
Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Abdulxenî Oso diyar kir ku pêkhateya herî çalak di Sûriyê de, hatiye dûrxistin û wiha got: "Rûdanên li Sûriyê, bi destwerdanên dewletên derve mîna dewleta Tirk, rejîma Îranê û Rûsyayê ne. Ev dewlet destwerdanê li tevahî karûbarên Sûriyê dikin."
Oso axaftina xwe wiha domand: “Komîteya destûrê ya ku hatiye avakirin, divê tevahî pêkhateyên Sûriyê û etnîkên wê di komîteyê de amade bin. Mîna Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) ên ku parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye, ango ji sedî 30 ji erdnîgariya Sûriyê ji çeteyên DAIŞ’ê û komên dîtir rizgar kir. Lê belê ew ne di destûrê de ye. Divê di destûra Sûriyê de tevahî etnîk û pêkhateyên Sûrî beşdar bin."
Komîte ya Pûtîn û Rûsyayê ye
Nivîskar û rojnamegerê Sûriyê yê opozîsyoner Ela El-Xetîb jî, li ser komîteya destûrê got: “Komîteya destûrê di bingehê xwe de ya Rûsya û Pûtîn e. Ew destûr ji bo hedefên Rûsyayê ne, da ku destwerdana wê heta têkiliya xwe bi hundirê Rûsyayê û guhartina destûra Rûsyayê re heye. Ev jî ji bo Pûtîn piştî 2024’an serok bimîne. Ya din jî ew destûr bi encama lihevkirina di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de, derket. Bi wê re jî biryara komîteyê weke opozîsyon wê bi awayekî giştî bi nêrîna Tirkiyê ve bê mehkûmkirin.
Rojava û Emerîka vê şanoyê dibînin
Dûrxistina nûnerên Rêveberiya Xweser, bi biryara Tirkiyê ye, Rûsya û Îran alîgirê wê ne. Her wiha jî, li gor helwesta Rejîmê ya li dijî MSD’ê ye. Li gor rojava û Amerîka destwerdana li şanoya komîteya destûrê ne girîng e. Ji ber dizanin xapandineke siyasî û çapemenî ye."
Li ber NY kon hat vedan
Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûna xwe li dijî avakirina komîteya destûrê li meydanan jî nîşan didin.Kongreya Star ji ber dûrxistina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteya destûrê ku ji aliyê sekretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ve di 23`yê Îlonê de hat ragihandin, li pêşiya navenda NY`yê ya li bajarê Qamişlo konê xwepêşandanê veda. Di bin konê xwepêşandanê de pankartên li ser wan nivîsandî "Em Hevpeymana Lozanê ya nû qebûl nakin" û "Destûra me hevpeymana civakî ye ku bi xwîna şehîdan hatiye nivîsandin" bal kişandin.
ANHA / QAMIŞLO