
Bi nivîseke 5 rûpelî a wezîrê karê hundir ê Elman Thomas de Maizière (ji partiya Xiristiyan Demokrat-CDU) di navê de sembol û alên YPG, YPJ, PYD û rêxistinên legal ên di bin sîwana NAV-DEM´ê de jî nêşandana gelek al û sembolan hat qedexekirin.
Di nava van rêxistinên Kurd de Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û Jinên xwendekar ên Kurdistanê (JXK) jî hene ku her du jî rêxistinên legal û qanûnî ne li Elmanyayê. Bi vê nivîsa wezîr de Maizière qedexeya xebatên PKK´ê li Elmanya qaşo tê berfirehkirin. Li hemberî vê berfirehkirina qedexeya ji bo krîmînalîzekirina Kurdan YXK û JXK´ê daxuyaniyeke hevpar dan.
YXK û JXK dibêje qedexeyeke al û sembolên me li derveyî tevahiya pîvanên dewleta hiqûqê ye û wiha dewam kir: "Argumentasyona wezîrê karê hundir, zehmete mirov lê serwext bibe.. û careke din tesîra xurt a hikûmeta Tirk di siyasetahundir a Elman de nîşan dide." YXK û JXK wekheviya vê rêbazê û rêbazên hikûmeta Tirk a AKP´ê li dijî Kurdan û mixalifan pêk tîne, bi bîr xist û got, "Em weke YXK û JXK´ê vê qedexeyê red dikin! Li şûna krîmînalîzekirina Kurdan li Elmanyayê, hikûmeta federal a Elman diviyabû diyalogê bi NAV-DEM´ê re bi pêş bixe û tedarîkkirina sîlehan ji bo Tirkiyeyê ku bi rengekî çekdarkirina DAIŞ´ê ye jî, rawestîne!"
YXK û JXK´ê got, kes nikare ne alên wan nejî hebûna wan qedexe bike û bi van gotinan dawî li daxiyaniya xwe anî: "Em YXK, JXK ne. Em kesk û sor û zer in."
FRANKFURT