
Zuhat Kobanê derbarê karûbar û asta dîplomasiya PYD´ê de, avakirina Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û avakirina bloka Suniyan bi destê dewletên Tirkiyê û Erebîstana Suudî, ji rojnamayê me re axivî.
Gelo di nava van çend salan de destketiyên dîplomasiya we li dewletên Ewrûpayê çêbûn?
Di warê dîplomasiyê de êdî em ketine qonaxeke nû. Heta niha me dîplomasiya înformasyon û nasandinê dikir. Niha, me ew li dû xwe hişt û em gihîştin wê qonaxê ku em nûnertiyan li Ewrûpayê vekin. beroiya demeke kurt PYD bû endamê Sosyalîst Înternasyonalê. Sosyalîst Înternasyonal piştî Netewên Yekbûyî (NY) rêxistina herî mezin û bi bandor e.
Hema hema bi hemû welatên Ewrûpî re hevdîtînên me hene. Em dixwazin di vê demê de Xweseriya Demokratîk bi welatên Ewrûpî bidin nasîn û fermî wê bi wan bidin qebûlkirin. Armanca me ya niha ew e ku em li her welatekî dîplomasiyê lê dikin, nûnertiyan vekin. Hewldanên me niha ji bo avakirina nûnertiya li Parîs, Berlîn, Swêd, Moskovê hene. Beriya niha li dora me xelekek hebû û me nedikarî bi rihetê dîplomasiyê bimeşînin. Niha me ev xelek şikandiye. Rê hatine vekirin. Êdî em dikarin bi dostaniyeke baş ji bo menfaeta gelê Kurd çêbikin.
Nêzîkatî û helwesta siyasetmader û dewletên Ewrûpayê çawa ye li hemberî hewldana we ya dîplomasiyê?
Dewlet ji bo berjewendiyên xwe nêzîkî me dibin. Ji ber ku êdî gelê Kurd bûye aktor. Kurd li hember DAIŞ’ê şer dikin. Beriya niha em dihatin tecrîtkirin. Lê niha ew helwêst hat şikandin. Dewletên Ewrûpî hemû dixwazin bi me re têkiliyê deynin. Weke nimûne, beriya çend rojan CDU (Partiya Xiristiyan Demokrat a Elman) agahî gihandin me û gotin em dixwazin bi we re hevdîtinê pêk bînin.
Em li Sûriyê çi qasî bibin aktorekî mezin, ewqasî dewletên din wê bixwazin têkiliyê xwe bi me re bi pêş bixin. Bi dewleteke sereke a Ewrûpayê, Franseyê re têkiliya me baş e. Di demên dawî de Ingilîstan jî ji bo têkiliyan deyne, di nava hewldanekê de ye. Her wiha Elmanya, Holande, Awustirya, Swîsre û dewletên Îskandinavyayê re hevdîtinên me hene. Bi teybet jî bi Swêd û Danîmarka re têkiliyên gelek baş hene. Parlamentoyê wan jî piştgiriya Kurdan dikin.
Di demên dawî de Rûsya êdî ne di warê siyasî de lê di warê leşkerî de jî xwe li Sûriyê vegirt. Hûn wekî PYD destwerdana Rûsyayê çawa dinirxînin?
Destwerdana Rûsyayê ji bo me erênî ye. Rûsya li hember DAIŞ’ê şer dike. Piştî van êrîşan DAIŞ lawaz dibe. Ew jî ji bo me Kurdan û demokrasiyê baş e. Sûriye alîgirê Rûsyayê ye. Ji ber wê jî Rûsya naxwaze li ber mudaxeleyên Sûriyeyê hevalbendê xwe ji dest bide. Ji bo ku Rusya baş bi rola xwe rabe, mecbûr e ku bi Kurdan re têkiliya xwe xurt bike. Ne tenê bi Kurdên Rojava re, pêwîst e ku Kurdên Rojhilata Navîn hemûyan re têkiliya xwe xurt bike. Eger xebateke xweş bê meşandin mimkun e Rûsya hinek alîkariyê jî bide. Em dibihîsin, ji bo çar parçeyên Kurdistanê ji bo demokrasî û mafê mirovan gotinên xweş tên. Em dixwazin vê keysê baş binirxînin û ji bo berjewendiyên mirovahiyê, alikariya Rûsyayê bigirin.
Çenda hanê li Rojava di encama civîneke berfireh de Meclisa Demokratîk a Sûriyê hat avakirin. Meclîsa ku hat avakirin wê bi roleke çawa rabe?
Ew meclîs wê temsîla gelên Sûriyeya demokratîk be. Di vê meclîsê de Kurd, Ereb, Turkmen, Ermenî, Asûrî û her wiha gelên din cîh digirin. Hin derdor hene li derveyî Sûriyê ajandeyên xwe çêdikin. Lê ev meclîs temsîla gelên Suriyê dike. Ji ber wê jî bila tu kes nekeve hewldanên şaş. Her kes xwe divê di meclîsê de bibîne. Hêza leşkerî ya vê meclîsê jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk e.
Ew meclîs sîwana gelên Sûriyê ye. Em wek PYD, YPG, YPJ jî vê meclîsê qebûl dikin û xwe bi biryarên vê meclîse ve girê didin. Gelek hêzen din jî vê meclîsê qebûl dikin û tevlî biryarên vê meclîsê dibin. Piştî xebatên dijwar û zehmet ev meclîs hat avakirin. Ya baş jî ew meclîs li ser axa Sûriyê ya azad hat avakirin. Ne rejîm tê de heye ne DAIŞ tê de heye.
Di heman demê de li paytexta Siûdî Erebîstanê, Riyadê jî kongreya mixalîfên Sûriyeyê hat sazkirin. Hûn vê pêngava hêzên herêmî çawa dinirxînin?
Ew kongre bi pêşengiya Tirkiye, Siûdî Erebîstan, Qatar û hin derdorên din hat sazkirin. Ew lîstikek e. Di vir de cîh dan rêxistinên Selefîst. Cîh nedan me. Bi xwe me nedikarî em bên cem rêxistinên Selefist jî. Me bixwestana jî me nedikarî tevlî civîneke wisa bibana. Cîh dan hin rêxistinên terorîst.
Suiûdî Erebîstanê hewl da ku hemû Selefîstan bîne cem hev. Derdê wan ne Sûriyekê demokratîk bû. Kongreyeke ne di cîh de bû. Siberojê wê civînên Cenewre 3 çêbibin. Em ewl didin ku tevlî vê civîne bibin. Di vê rewşê de Meclîsa Sûriyeya Demokratik (MSD) wê bibe hêzeke sereke. Em jî beşeke vê meclîsê ne.
Ji bo welatiyên Rojava yên koçberî Ewrûpa bûne çi xebatên we hene?
Me di 17’ê meha 11’an de serdemek nû dan destpêkirin. Civîna yekemîn me li Berlînê da destpêkirin heta roja îro 27 civîn hatin lidarxistin. Em dixwazin bi taybet jî Kurdên Rojava wek penaber hatine Ewrûpayê, nexasim ên li Elmanyayê bi rêxistin bikin. Erkên wan çi ne, bi wan bidin nasîn. Ji bo ku bi rêxistin bibin û di bin sîwana KCD-E´yê de cîh bigirin û bibin beşeke KCD-E´yê em xebatê dikin.
Ji bo ji nû ve avakirinê lazim e ku korîdorek vebe
Li Kobanê berxwedana sedsalê hate meşandin. Di vê berxwedanê de hin derdorên demokrat ên Ewrûpî jî bûn xwedî rol. Kobanê hat rizgarkirin, lê bajar ji sedî heştê xirab bû. Pêwist e ku bajar ji nû ve bê avakirin. Heta niha saziyên sîvil alîkariyê dikin. Heta roja îro dewletên Ewrûpî di vî alî de tiştek nekirine. Hewldanên Kurdên li Ewrûpayê hene. Em di sêrî de dibêjin, ji bo ji nû ve avakirina Kobanê lazim e ku korîdorek di navbera Kobanê û Bakurê Kurdistanê de bê avakirin. Deriyê sînor bi fermî bê vekirin ji bo tîcaretê. Ew derî hem ji bo Tirkiyê û hem jî ji bo Rojava gelekî muhîm e. Ew derî neyê vekirin devletên Ewrûpî jî nikarin alikariya Kobanê bikin. Di her hevdîtina dîplomatîk de em ji nû ve avakirina Kobanê tînin ziman. Ew beşek ji dîplomasiya me ye. Bi taybet jî me serî li hin cihan da ku di avakirina Kobanê de bibin xwedî rol.
ERKAN GULBAHÇE/SAARBRUCKEN