Şandeya Îmraliyê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, bi Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Yalçin Akdogan re jî hevdîtin pêk anî.
Piştî vê hevdîtinê endamên şandeyê li ber avahiya serokwezîrtiyê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlementerê HDP’ê Sirri Sureyya Onder balkişand ser qirîzên berê di çarçoveya çareserî û muzakereyê de hatin jiyîn û anî ziman ku pirsgirêkên derketin ji ber ku li Tirkiyeyê tu ceribandinên wisa çênebûn têgihiştinek navxweyî ya nû pêk anîn. Onder wiha got: “Bi berxwedan Kobanê re me dilşikestinek jiyîbûn. Ez dixwazim bêjim me qirîzeke girîng li pey xwe hişt. Ez dixwazim bêjim ji bo hemû pirsgirêkên têkildarî çareseriyê de bi tevkariya Birêz Ocalan li Îmraliyê pêk bên, em ketin pêvajoya nû. Ev nayê wateya hemû pirsgirêk çareser bûn.Tê wateya pêvajoya diyalogê nayê girtin. Di mijara dê kîjan sernavê bên nîqaşkirin mutabakatekî girîng heye. Piştî me bi lijneyên peywirdar ên partiya xwe re hevdîtin kir emê biçin Îmraliyê û pişt re jî biçin Qendîlê.”

‘Dê hevdîtinên lezgîn pêk bên’

Onder bersiva pirsa ji pêvajoya çareseriyê re bername heye an na wiha da: “Bername ji bo me dema herî kin e. Tiştên rojek şûnde bên kirin îro yên meheke şûnde bên kirin di nava hefteyekê de û yên 3 meh şûnde bên kirin, di nava mehekê de bên kirin. Rêgez û nêzîkahiyeke me ya wisa heye. Hînî pêvajo dirêj bibe em dê rastî êrîş û enfeksiyonan bên. Hûn 3-5 meh ji me nabihîzin dê hevdîtinên gelek lezgîn pêk bên.” Onder têkildarî pirsa mijara çek danînê de jî wiha got: “Em her tim dibêjin sernavên wisa di medyayê de bên nîqaşkirin dê pirsgirêkan derbixe. Ev nayê weteya ji gel û çapemeniyê hin tişt tên veşartin. Em dixwazin hinek rê bigirin û bi aliyan re nîqaş bên kirin û bêyî mudaxele li nîqaşan pêk bên, nîqaş bimeşînin.”

Hevfêmkirin girîng e

Onder anî ziman ku Musteşariya Ewlehî û Pergala Cemawariyê jî dibe ku tevlî hevdîtina bibe û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Hewcehî bi hevokên gel fêmnekin afirandinê tune ye. Emê vê pirsgirêkê çareser bikin, em di asta daxwaz bikin nîn in, em vîna nû ya komarekê pêk bînin in. Aştiya me ya muşterek dê wisa pêk bê. Nîjadên heya niha ji şer fêde digirtin û bi siyaseta perçebûnê tevdigeriyan hebûn. Em têgehan gelek baldar bikartînin. Em bi xîzmê pirsgirêk re eledar dibin.” Onder têkildarî nîqaşên li ser daxwaza xweseriyê jî wiha got: “Me niha mekanîzmayên vê yêkê pêk anîn e. Em ê cara yekemîn dest bi nîqaşê bikin.” Onder têkildarî pirsa hikûmetê ji heyetê re qedexeya axaftinê anî jî wiha da: “Em reşkirinê red dikin. Em weke xeta siyasî ji gelan tu tişt neyê veşartin û tu tişt neyê reşkirin difikirin. Ji Îmraliyê re hevdîtin jî hatin û çûnên me yên Îmraliyê yên ji raya giştî veşartî çêbûn û dê niha û şûnde jî çêbibin. Hinî em pêş bikevin dê li gorî rihê pêvjaoyê xizmet bidomin.”

‘Xweserî tiştekî ecêb nîn e’

Onder anî ziman ku ewê bi Leyla Zana re biçe Îmraliyê. Onder têkildarî pirsekî din a têkildarî xweseriyê de jî wiha got: “Di mijara nivîsandina makezagona nû de têkildarî xweseriyê û di nava pergala demokratîk de dê çawa bê jiyîn xebatên me çêbûn û li wir in. Xweserî tiştekî ev ax jê re biyanî ye nîn e. Em dîrokê danîn aliyekî îro li hemû cîhanê li gorî normên demokratîk ji navendê raye nayên komkirin. Ya me dixwazin erdnîgarî û etnîsîte nîn e tenê ayîdî heremek nîn e. Welatiyên Trabzonê ji çemê xwe re biryara xwe bikarbin bidin. Dapîr li wir rastî şîdeta leşkeran tên. Heke em bêjin demokrasî dê hemû kes memnun bibe. Wê demê em demokrasiyê dixwazin.” Onder têkildarî pirsa HDP dê weke partî bikeve hilbijartinê an na jî wiha got: “HDP dê weke partî bikeve hilbijartinan. Lê tenê plana me ya B tuneye, plana me ya Z jî heye. Anketa me weke li banda ji sedî 10 nîşan didin. Lê em ji sedî 60 jî deng bigirin daxwaza me ya benda hilbijartinê bê rakirin heye.”

DIHA/ENQERE