Tevgera Kesê ya Ingilîstanê ev 3 sal in ku kampanyayan ji bo azadiya Rêber Apo bi navê Freedom for Ocalan (Azadî ji Ocalan re) bi rê ve dibe.

Yek ji 16 sendîkayên Kampanyaya Azadî ji Ocalan re bi rê ve dibin jî ASLEF e. Serokê wê Mick Whelan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a Rojava got, “Weke tevgera kedê timî û li her cihî em li cem wan gelên mezlûm bûn, me piştgiriya wan kir. Mafê Kurdan heye li welatê xwe azad bin û xwe bi rê ve bibin. Gelê Kurd timî li dijî faşzîmê li bereya pêş şer kir.

Di rojêîn destpêkê yên êrişan de me li ser navê 13 sendîkayên mezin ji serokwezîr Boris Johnson re nameyek nivîsî. Me eşkere dagirkeriya Tirk şermezar kir û bang li hikûmetê kir da ku bi erka xwe rabe. Me bal bire ser pîlanên qirkirina etnîk û me xwest sozên dane miletê Kurd bi cih bînin.”

 

LONDON