Divê êrişa eskerî tavilê bê rawestandin. Artêşa Tirk divê tavilê ji Sûrî vekişe. Firotina sîlehan a ber bi Tirkiyeyê ve divê tavilê bê rawestandin! Pêvajoyeke aştiyê bi beşdariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûri divê dest pê bike û bi awayekî cidî bê şopandin.
Beşa Karê Civakî û Tenduristiyê ya Dibistana Bilind a Emden/Leer bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bi berxwedana rûmetê re nîşan da û got, ew li pişta Rojava û zanîngeha xwe ya dost a li Qamişlo Zanîngeha Rojava ye.
Beşê di bin sernavê “Êrişa eskerî ya Tirkiyeyê li dijî Bakurê Sûriyê her wiha êrişeke li dijî Zanîngeha me ya Dost a li Qamişloyê ye jî” bi bîr xist ku ew Zanîngeha Dost a Zanîngeha Rojava ne.
Ji bilî vê dostaniya zanîngehan, beşê got, xwendekarên Dibistana Bilind a Emden Leer, yên Beşa Karê Civakî yekser bi xwendekarên Fakulteya Jineolojiyê ya Zanîngeha Rojava re didin û distînin û wiha dewam kir: “Her wiha têkiliya nûneriyên xwendekaran jî bi hev re heye. Cotmeha 2018’an peymaneke hevkariyê di navbera herdu zanîngehan de hat mohrkirin.”
Armanc qirkirin e
Dibistana Bilind fikarên xwe yên ji êrişên qirker ên dewleta Tirk îfade dikin û weke sedem jî armanca eşkerekirî ya dewleta Tirk û kirinên wê yên li Efrînê bi bîr dixe:
“Tirsa me heye ku sihet û canê dostên me bikeve tehlûkeyê. Em wekî din ditirsin ku Zanîngeha Rojava û xasma Beşa Jineolojiyê di bin dagirkeriya Tirk de bê tinekirin. Helwêsta hikûmet û artêşa Tirk jî dikin ku em bêhtir fikaran bikin û bitirisin, ku mirovên li van deveran wê rastî zextên gelekî giran û zilmê bên.
Armanca dayî zanîn a serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan ew e ku herêmeke 30 kîlometreyan fireh a li ser temamê sînorê Tirkiyeyê li alliyê Sûriyê yê sînor kontrol bike. Erdogan eşkere dibêje, ew plan dike 2 milyon mirovan li vir bi cih bike. Bi vê jî ya ku wê bê kirin guhertineke etnîk e.
Emperyalîzma Tirkiyeyê û qirkirina etnîk
Saziyên perwerdeyê beşek ji vê siyaseta xwe belavkirinê ya dewleta Tirk e. Piştî ku Tirkiyeyê Efrîn a li rojavayê Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sala 20018’an dagir kir, zanîngeha li wir hat girtin. Dibistanên li wê devera Kurd hatin girtin yan jî bi qedexekirina perwerdeya Kurdî ji nû ve hatin amadekirin. Beriya destpêkirina vê êrişa dawî bi çend rojekî jî hat eşkerekirin ku Zanîngeha Gaziantep a Tirk plan dike li Bakurê Sûriyê sê fakulteyan veke.”
Mana Rêveberiya Xweser
Di daxuyaniyê de herûî dawî piştgiriya bi Xweseriya Demokratîk û bi Zanîngeha Rojava re hat îfadekirin: “Em piştgiriya xwe bi tevahiya xwendekar û xebatkarên Zanîngeha Rojava re, bi dibistana blind a dost e bi dibistana me ya bilind re û bi xelkê wir re radigihînin. Em bi we re ne ji bo mana Rêveberiya Xweser a Demokratîk û ji bo pêkhatina çareseriyeke siyasî di encama hevdîtinên aştiyê de!
Êrişa Tirkiyeyê li dijî Bakkurê Sûriyê me hemûyan elaqedar dike! Bi vê êrişê dixwazin gelek hevkarî dostanî weke yên di warê perwerdeyê de bên tinekirin; ev hevkarî destekê didin jinûveavakirina civaka li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser esasê demokratiya yekser, edaleta cinsan û ekolojiê. Doza me ev e: Divê êrişa eskerî tavilê bê rawestandin. Artêşa Tirk divê tavilê ji Sûrî vekişe. Firotina sîlehan a ber bi Tirkiyeyê ve divê tavilê bê rawestandin!
Pêvajoyeke aştiyê bi beşdariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûri divê dest pê bike û bi awayekî cidî bê şopandin. Divê îradeya xelkê, ne berjewendiyên hêza desthilatdariyê berê lêgerîna çareseriyê diyar bike – tenê wisa aştiyeke birûmet û mayînde dikare pêk were.”
NAVENDA NÛÇEYAN