Rêveberê PDK’ê Mihemed Xurşîd diyar kir ku referandûm mijareke nîştimanî ye û ew hewl didin ku hizbên din razî bikin. Berpirsê navenda Tevgera Goran a Kerkûkê Mihemed Guldereyî jî got, ew beşdarî referandûma bi daxwaza hizbekê nabin. Çavdêrê siyasî Fexredîn Mihemed jî anî ziman ku pêwîst e beriya referandûmê qonaxên li pêşiya wê pêk hatibin. 

Nakokiyên di navbera hizbên siyasî ya têkildarî çawaniya pêkanîna referandûma  serxwebûna Herêma Kurdistanê de dewam dikin.

 Gorran dixwaze qanûn û parlemen pişta referandûmê bin

Berpirsê navenda Tevegera Goran a Kerkûkê Mihemed Guldereyî jî li ser mijarê got: “Tevgera Goran li gel pêkanîna referandûmê ye. Lê referandûmeke pişta xwe bide yasayên li parlamena herêmê û encamên wê referandûmê bi cih bêtin anîn. Ne referandûmeke ji bo berjewendiyên siyasî bête bikaranîn û encamên wê di refande bimînin û bi cih neyên anîn.”

Guldereyî îşaret bi girîngiya yekbûna navmala partiyên Kurdistanî li ser mijarê kir û got: “Em li dijî referandûma hizbî ne. Em li dijî wê referandûmê ne ku bi daxwaza aliyekî siyasî û ji bo armanceke siyasî tê bikaranînin.”

 ‘Berî referandûmê pêwîst e qonaxên beriya wê pêk bên’

Çavdêrê siyasî Fexredîn Mihemed jî got, “Mijara referandûmê gelekî girîng e. Ji ber ku referandûm pêngava dawî ya qonaxa dawî ya mijara serxwebûna her neteweyekê ye. Lê pêwîst e qonaxên beriya referandûmê pêk bên. Rêxistina di nava Kurdan de, yekbûna hemû aliyên siyasî di çarçoveya xîtabeke neteweyî de. Nabe mijara refefandûmê weke berjewendiyeke siyasî bête bikaranîn.”

Çavdêrê siyasî Fexredîn Mihemed di dawiya axaftina xwe de îşaret bi pirsgirîkên li Kurdistanê û di navbera aliyên siyasî de kir û got, “Ji hemûyan girîngtir mijara herêmên ji derveyî Herêma Kurdistanê, nexasim Kerkûk e. Nabe bi her hincetê ew bêtin jibîrkirin.”

 PDK îdîa dike, referandûm wê niştimanî be 

Berpirsê PDK’ê yê şaxa sêyan yê Kerkûkê, Mihemed Xurşîd li ser referandûm û serxwebûna Herêma Kurdistanê got: “PDK mijara referandûmê weke mijareke nîştimanî dibîne û hewl dide hemû aliyan razî bike ji bo ku wan beşdarî referandûmê bike. Ji bo ku Kerkûk jî bibe beşek ji vê mijara nîştimanî. Bi beşdariya vê karibin dahatûyeke aram ji bo welatê xwe dabîn bikin û serxwebûna Kurdistanê ragihînin.”


RÊBAZ SEBAH / ROJNEWS / KERKÛK