Serokeşîrên li minbicê dibêjin, ew nûneriya eşîrên xwe dikin û kesên ji derveyî Minbicê bi îdîaya vê nûnertiyê radibin, ji xwe pê ve kesî temsîl nakin. Wan banga xurtkirina yekîtiyê li Minbiciyan kir da ku gef û êriş bên pûçkirin.

Nerazîbûnên li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker zêde dibin. Şêxên eşîrên bajarê Minbicê gefên dagirkeriya Tirkiyeyê red kirin û got, tekane kesên ku nûnertiya wan dikin, şêniyên Minbicê bi xwe ne û li Minbicê ne.

Şêxê eşîra Benî Seyîd, Îbrahîm El-Şilaş li ser mijarê peyivî û got, “Her kesê ku bi navê eşîrên Minbicê diaxive û li derveyî Minbicê ye, nûnertiya xwe dike û nûnertiya ti eşîran nake û jê nayê hezkirin.”

El-Şilaş bang li eşîrên bajarê Minbicê kir ku li hemberî gef û êrişên ku ewlehiya Minbicê dikin hedef, yekîtiya xwe xurt bikin.

Hemîd El-Cedan şêxê eşîra Bobena ye, û wî jî got: “Em li bajarê xwe bi hev re di nava aramî û ewlehiyê de dijîn. Em gefên ku ewlehî û aramiya herêmên me dikin hedef, qebûl nakin.”

Hemîd El-Cedan jî anî ziman ku şêx û eşîrên ku nûnertiya wan dikin li bajarê Minbicê ne û kesên li derve bi navên wan diaxivin, nûnertiya wan nakin.

Ewlehî û îstîqrar hebû

Şêniyên bajarê Minbicê û gundên wê roja sersalê, kolanên bajêr xemilandin û sala nû pîroz kirin. Pê re jî nîşan dan ku ew bi hêzên xwe yên parastinê û hêza Rêveberiya Bakurrojhilatê Sûrî xwe ewle his dikin.

Şêniyê bi navê Murtede El-Cuhan Sala 2019’an pîroz kir û got. “Ez hêvî dikin sala bê, her koçberek vegere welatê xwe û ewlehî li hemû Sûriyê çêbe.”

Ebo Salih yê ku ji bajarê Helebê koç kiriye û li Minbicê dimîne jî, bang li şêniyên Minbicê kir ku vegerin welatê xwe.”

Beşîr El-Elî jî got, “Sala 2018’an saleke tijî serketin bû û ji salên çûyî çêtir bû. Saleke bi xêr bû, ya herî girîng ewlehî û îstîqrar hebû”.

 

 ANHA/MINBIC