Bavê Zulkuf Gezen ê bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dawî li jiyana xwe anî, Şehmus Gezen, bang li gelê Kurd kir ku beşdarî Newrozê bibe û got: “Zulkuf ji bo azadiya vî gelî dawî li jiyana xwe anî. Divê gelê Kurd xwedî vê çalakiya Zulkuf derkeve.”
Zulkuf Gezen ê bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan li Hepsa Tîpa F a Hejmar 2 a Tekîrdagê çalakî kiribû. Malbata wî banga beşdariya Cejna Newrozê li her kesî kir. Bavê Gezen, Şehmus Gezen ev bang li raya giştî kir: “Di serî de gelê Kurd, divê hemû beşên civakê tevlî Newrozê bibin. Zulkuf ji bo azadiya vî gelî dawî li jiyana xwe anî. Divê gelê Kurd xwedî vê çalakiya Zulkuf derkeve.
Bav Gezen, anî ziman ku divê sala 2019’an bibe sala azadiya gelê Kurd û wiha peyivî: “Em ê jî (îro) li Meydana Newrozê ya Amedê bin û agirê Newrozê pêxin.”
AMED