Jinên li Emerîka Latîn li gelek welatan di dema çalakiyên 8´ê Adarê de piştgiriya xwe bi Leyla Guven re dan zanîn. Ji Ekuwador, Kolombiya, Paraguay û Arjantînê peyamên piştgiriyê ji Leyla Guven û têkoşîna jinên Kurd re hatin şandin.

Li paytexta Arjantînê Buenos Airesê komek jinên bi pêşengiya Claudia Korol û Liliana Daunes sloganên piştgiriya jinên Kurd, û Leyla Guven gotin. Van jinan her wiha wêneyên têkoşerên Kurd, alayên YPJ´ê û KCK´ê, û portreyên Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez hilgirt.

Li bajarê Arjantînê Córdoba jî endamên jin ên Komîteya Piştgiriya Kurdistanê bi wêneyên Leyla Guven, Sakine Cansiz, şehîda YPJ´ê ya Arjantînî Alina Sánchez di xwepêşandanekê de hilgirtin. Di meşa giştî ya bi beşdariya 9 hezar mirovî de peyama komîteyê ya bi berxwedêrên li Kurdistanê re hat guhdarîkirin.

Ji Paraguayê heta bi Ekuwadorê

Li Paraguayê jî kolektîfa Las Hijas del Sol, Kolektîfa Piştgiriya Kurdistanê, di dema meşa li paytext Asuncionê piştgiriya bi xwe bi jinên kurd û berxwedana Leyla Guven re nîşan dan. Jinan di meşê de got, "Em hevrêyên xwe yên Kurd silav dikin. Têkoşînên me di nava heman hevîrî de tên stran; em ne tenê ne! Jin Jiyan Azadî!"

Li Kolombiyayê jî Komîteya Piştgiriya Kurdistanê ya rêxistina "Jinên li dijî baviksalariyê" li paytext Karacasê ji bo piştgiriya bi Leyla Guven û têkoşîna jinên Kurd re daket kolanan.

Li Ekuwadorê jî li paytext Ekuwadorê Jinan di çalakiya Roja Têkoşîna Jinê 8´ê Adarê de sloganên piştgiriya jinên Kurd û Leyla Guven gotin, dovîzên piştgiriyê hilgirtin. Jinên ji rêxistinên cotyaran jî peyamên piştgiriyê ji jinên Kurd re şandin.

 

ANF / BUENOS AIRES