Divê ewil saziyên di bin temayekê de ava bûne, ji hev û xebatên hev agahdar bin. Beyî ku em li hêviya dewlet û siyasetê bimînin, divê em bi xwe, bi hêza xwe gavan biavêjin.

Şermeke mezin e ku siyaseta Kurd bi Kurdî siyaseta xwe neke. Divê siyaseta Kurd xwe ji vê şermê xelas bike. Hewce ye ku siyasetvanên Kurd li xwe û zimanê xwe vegerin.

Gava zarok tên pirtûkên bi zimanê xwe dibînin, dixwazin wan pirtûkan bixwînin. Malbat dixwazin bi riya pirtûkan zarokên wan hînî Kurdî bibin. Da ku hay ji kurdbûna xwe hebin.

FAHRETTÎN KILIÇ / AYŞE SURME / MA/AMED

Beşdarên komxebata Tora Ziman û Çanda Kurdî, bal birin ser girîngiya torê: “Heçî dixwaze li paşeroja xwe û zarokê xwe xwedî derkeve, divê wan bi çand û zimanê xwe mezin bike û erka xwe pêk bîne”.

Li Amedê Komxebata 1’ê ya Ziman û Çanda Kurdî, di 11-12’ê Çile de çêbû. Lijneya Rêveber a Tora Ziman û Çanda Kurdî piştî komxebata 2 rojan encamnameya xwe bi raya giştî re parve kir. Ji beşdaran nivîskar Qahir Bateyî, edîtorê Zarok TV’yê nivîskar Mehmet Çakmak û weşanger-helbestvan Mem Bawer komxebata torê nirxandin.

Diviyabû zûtir çêbûba

Nivîskar Qahir Bateyî, têkildarî avakirina Tora Ziman û Çanda Kurdî got, TZP-Kurdî û saziyên Kurdan hatin girtin, avakirina vê torê gelekî girîng e û got: “Em bawer dikin ku ev tor dê bandora xwe li ser civakê bike. Diviya bû ku ev tor zûtir hatiba avakirin. Ji ber ku Kurdî gelek li ber xeterê ye. Derdorên siyasî li ziman xwedî dernakevin. Hêviyek heye ku bandorê li ser civak û siyasetê bike û civak û siyaset dîsa li zimanê xwe vegere. Siyaset bi qedrê zimanê xwe zanibe.”

Bateyî, destnîşan kir ku li gorî tesbîtên niqaşên di du rojan de hatin kirin wê xebat bê kirin: “Biryar bila li ser kaxizê nemîne. Divê hemû pêkhateyên tevnê bi awayekî çalak  pratîkê bikin. Divê hemû derdor partî û rêxistinên Kurdan erka xwe bi cih bînin. Karê her Kurdî ye. Her Kurdê ku dixwaze li paşeroja xwe xwedî derkeve û zarokên wan bi çand û zimanê xwe mezin bibin, divê erka xwe pêk bînin.”

Bateyî, bi taybetî bang li siyaseta kurd kir: “Şermeke mezin e ku siyaseta Kurd bi Kurdî siyaseta xwe neke. Divê siyaseta Kurd xwe ji vê şermê xelas bike. Şermeke mezin e ku zarokên siyasetvanên Kurd bi Kurdî nizanin. Hewce ye ku siyasetvanên Kurd li xwe û zimanê xwe vegerin.”

Bi destê xwe ne bi yê dewletê

Edîtorê Zarok TV’yê nivîskar Mehmet Çakmak jî li ser girîngiya Tora Ziman û Çanda Kurdî axivî: “Divê mirov hin tiştan xwe bi xwe bike. Ji dewletê hêvî neke. Çend salên dawî hin saziyên Kurdan li ser ziman û çandê xebat meşandine. Lê mixabin tiştek nekirine. Ev tor gelek girîng e ku hemû sazî û dezgehan bîne cem hev û ji bo ziman û çanda Kurdî xebatekê bimeşîne. Ev tor dikare xebateke bingehîn bimeşîne, ew di warê polîtîkayê de jî wê bibe hêzeke gelekî mezin. Me dît ku haya gelek saziyan ji hev tine ye. Divê ewil saziyên di bin temayekê de ava bûne, ji hev û xebatên hev agahdar bin. Ev tor dikare hêza wan xurttir bike. Beyî ku em li hêviya ti kesî bimînin. Beyî ku em li hêviya dewlet û siyasetê bimînin, divê em bi xwe, bi hêza xwe gavan biavêjin. Li kolanê herkes diyar dike ku pêdiviya Kurdan bi yekitiyê heye. Ev tor jî ji bo yekitiya Kurdan dê bibe bingehek. Em li ser ziman û çandê dibin yek. Ev yekitî dê bandora xwe li ser raman û siyasetê jî bike.”

Zarok û ileh zarok

Weşanger-helbestvan Mem Bawer got, di komxebatê de 12 komîn cihê hebûn ş hemûyan jî li ser zarokan pêşniyaz kirine: “Her kesî fikrên xwe gotin û pêşniyazên xwe wek rapor amade kirin. Wek Weşanxaneya Morî ya zarokan, tişta ku kêfa me anî ew bû, di her raporê de li ser zarokan xalek hebû. Divê perwerde ji zarokan dest pê bike. Ji bo ku zarok bi zimanê xwe biaxivin, em dikarin çi bikin? Bi vî rengî pirs û pêşniyaz hebûn, ev jî ji bo me kêfxweşiyek bû.”

Bawer, anî ziman ku di nava 7 salan de wan 76 kitêb ji bo zarokan weşandine: “76 pirtûk min û hevalên xwe wek xebatekê amade kirin. Me ev berhem derxistin holê. Ev jî bala zarokan dikşîne. Em di fuaran de dibînin. Gava zarok tên pirtûkên Kurdî bi zimanê xwe dibînin, dixwazin wan pirtûkan bixwînin. Malbat dixwazin bi riya pirtûkan zarokên wan hînî Kurmancî û Kirmanckî bibin. Da ku zanibin dê û bavê wan Kurd in û ew jî hay ji kurdbûna xwe hebin.”

Bawer, destnîşan kir ku di komxebatê de ji bo zarokan gelek pêşniyazên teknîkî hatin kirin û got: “Ne tenê pirtûk, tiştên dijital jî, bernameyên telefonan jî êdî bila werin amade kirin.”

Mem Bawer got, “Em wek weşanxane tenê li ser folklorê karê xwe nameşînin. Em li ser çîrokên folklorîk jî disekinin li ser nû ciwanan jî disekinin. Ji ber ku zarokên îro sibêrojê de dê mezin bibin bibin ciwan, divê em li wan jî bifikirin. Pirtûkên li gorî zarokên 5-6 salî êdî ne li gorî wan in. Wekî din jî em dixwazin derfetên zimanê xwe biceribînin ew jî bi riya wergerê dibe. Niha me ji Farisî, Ingilîzî û Elmanî çîrok wergerandin Kurdî û wek pirtûk jî çap kirin. Xanimek li Danîmarkayê dimîne, niha çîrokên Andersen dê wergerîne Kurmanciyê, bi vî rengî, em dixwazin xebatên xwe bidomînin.”