Berdevkê ragihandina QSDê Mistefa Balî ji dengê Emerîkayê beşê Tirkî re li ser pêwendiyên xwe yên bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê re axivî.

Balî diyar kir ku ew ne rêxistineke bê çare ne û got, li dijî DAIŞê em bi çend keleşan bûn şirîkê hêza koalîsyonê bûn. Em îro hêzek in sed hezar şervanê wê û îmkanê wê hene; tecrûbe û ezmûneke wê ya demdirê heye. Her kesê bixwaze bi hêzeke wisa re bixebite. Lê tişta ji bo me zehmet ew e, bi Emerîkayê re bi qasî 5 salan dostaniyeke me ya bi rûmet û zelal çêbû û em naxwazin ev dostaniya me bi sedemeke erzan biçe.

 

 KOBANÊ